1. Ev merivê qedirbilind û xemxurê zimanê xwe, min îro ji bernameya mehdî mûtlû ku bi navê "hewşa remezanê" tê zanîn nas kir. . Ji farqîna Amedê ye. Qasê ji axaftinên wî tê fam kirin bavê wî şêxek navdar bûye, lê nizanim li wî bi xwe tenê navê şêxtiyê zêde bûye ango bi rastî ew bi xwe jî şêx e. Ji aliyê kurdeyatî û ziman ve gelek tûj û tund e. Qet tawîza wî ji vê aliyê ve nîn e. Ew tije bûn û zanîna salan çawa mexrûriyek û giraniyek daye seydayekê ji her halê wî tê dîtin. Gelek helbestan zane. Di wextê xwe de gelek stran û dengbêj jî gotiye lê niha ji ber nexweşiya gûatrê nikare bêje. Helbestek xwe ya bi navê "hebs û zindan" xwend ku mûyê min tîktîkî kir! Û bilbilê dilşadî jî bi awayek wisa dixwîne ku kezeb û dil û mêlak nahêle bi meriv re. Neyse ez dirêj nekim ev bernameya ez behs dikime: Ev jî helbesta wî ye: Heps û Zîndan Heps û zindan bo me cinet ger ku kurdistan bijî Kuştina me keyf û d'awet ger ku kurdistan bijî Min hebin sêsed hezar can ew di vê rê de herin Mûyekê xem nakêşînim ger ku kurdistan bijî Ka fûad û şêx se'îd û kanî ixtî ka riza Van teva canê xwe dane da ku kurdistan bijî Ber derê mizgefta amed wer binêre li sêpiya Pir serî tê de diçin û tên da ku kurdistan bijî Yan Kurdistan yan neman wan 'eqd û peyman dane hev Tev li dor barzanî civiyan da ku kurdistan bijî Ez jî demekê dimam li nava şehrê Mêrsînê Sebr û tebat min nema dil bûye gola xwînê Dibên şerkî girane li kurdistana rengîn Belê nikarim herim ey felekê xayînê Hema diçim dipirsim ji karker û rêwiya Ka li welat çi heya birao çi ciriya Her çende ez dibihîsim ji radyoyê cîhanê Bes yê ji nava şer tê bêhtir dizanin çiye Rojkî min dî li edenê cihê sekna trênê Êlek tev jin û zarok pertalê xwe datînin Bi hêrs û kîn û xemgîn belê çak û jêhatî Xelq lê bûne kom li pêşa wan dirêne Ez li bal mam ez çûm min got ecêb ev kî ne Dema bi kurdî axaftin dilê min bû tarûmar Min dîbû jineka pîr kalîn dihat ji dilê wê Xwe bi mêranî pêçabû şemilek li ser cilên wê Du gedayê awirtûj wek çêliyê bazî Xwe bi penca digirtin li ser herdû milên wê Min got êy dayê ez dikim ji te bikim pirsiyar Ev çi talan û rev e ev çi reng e rûyê sar Ev çi du geda ne wek bazan ser herdû milên te Ev çi heyhey û rev e ev çi talan û hewar Got kurê min em kurd in em xwîniyê neyar in Dijmin girt cih û gundê me talan kir û wêran kir Em mane jar û birçî em direvin bêçarin Ev herdû geda neviyên min in berxê beran in Dê û bav hatin kuştin şêhîdê kurdistan in Em li trênê heywan siwar bin xûy nîne ji kurdistanê birevin êy felekê dewranê Cihê şeş lê siwarin em çardeh lê rûniştîne Em ser pişta hev radizên dîsa cihê me tune Di vê tengahiya han de hinek dimirin hin dizên Giştî nikarim bêjim ne esîr bin em çi ne |
|
05.05.2021 22:58 ~23:00 |
rizgarm
|
2. şêx mizbahekî din jî heye. |
|
06.05.2021 17:00 ~17:01 |
ezcan
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |