Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    şêx mizbah - tirşik
    şêx mizbah
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Ev merivê qedirbilind û xemxurê zimanê xwe, min îro ji bernameya mehdî mûtlû ku bi navê "hewşa remezanê" tê zanîn nas kir. . Ji farqîna Amedê ye. Qasê ji axaftinên wî tê fam kirin bavê wî şêxek navdar bûye, lê nizanim li wî bi xwe tenê navê şêxtiyê zêde bûye ango bi rastî ew bi xwe jî şêx e. Ji aliyê kurdeyatî û ziman ve gelek tûj û tund e. Qet tawîza wî ji vê aliyê ve nîn e. Ew tije bûn û zanîna salan çawa mexrûriyek û giraniyek daye seydayekê ji her halê wî tê dîtin. Gelek helbestan zane. Di wextê xwe de gelek stran û dengbêj jî gotiye lê niha ji ber nexweşiya gûatrê nikare bêje. Helbestek xwe ya bi navê "hebs û zindan" xwend ku mûyê min tîktîkî kir! Û bilbilê dilşadî jî bi awayek wisa dixwîne ku kezeb û dil û mêlak nahêle bi meriv re. Neyse ez dirêj nekim ev bernameya ez behs dikime:












    Ev jî helbesta wî ye:

    Heps û Zîndan

    Heps û zindan bo me cinet ger ku kurdistan bijî
    Kuştina me keyf û d'awet ger ku kurdistan bijî

    Min hebin sêsed hezar can ew di vê rê de herin
    Mûyekê xem nakêşînim ger ku kurdistan bijî

    Ka fûad û şêx se'îd û kanî ixtî ka riza
    Van teva canê xwe dane da ku kurdistan bijî

    Ber derê mizgefta amed wer binêre li sêpiya
    Pir serî tê de diçin û tên da ku kurdistan bijî

    Yan Kurdistan yan neman wan 'eqd û peyman dane hev
    Tev li dor barzanî civiyan da ku kurdistan bijî

    Ez jî demekê dimam li nava şehrê Mêrsînê
    Sebr û tebat min nema dil bûye gola xwînê

    Dibên şerkî girane li kurdistana rengîn
    Belê nikarim herim ey felekê xayînê

    Hema diçim dipirsim ji karker û rêwiya
    Ka li welat çi heya birao çi ciriya

    Her çende ez dibihîsim ji radyoyê cîhanê
    Bes yê ji nava şer tê bêhtir dizanin çiye

    Rojkî min dî li edenê cihê sekna trênê
    Êlek tev jin û zarok pertalê xwe datînin

    Bi hêrs û kîn û xemgîn belê çak û jêhatî
    Xelq lê bûne kom li pêşa wan dirêne

    Ez li bal mam ez çûm min got ecêb ev kî ne
    Dema bi kurdî axaftin dilê min bû tarûmar

    Min dîbû jineka pîr kalîn dihat ji dilê wê
    Xwe bi mêranî pêçabû şemilek li ser cilên wê

    Du gedayê awirtûj wek çêliyê bazî
    Xwe bi penca digirtin li ser herdû milên wê

    Min got êy dayê ez dikim ji te bikim pirsiyar
    Ev çi talan û rev e ev çi reng e rûyê sar

    Ev çi du geda ne wek bazan ser herdû milên te
    Ev çi heyhey û rev e ev çi talan û hewar

    Got kurê min em kurd in em xwîniyê neyar in
    Dijmin girt cih û gundê me talan kir û wêran kir

    Em mane jar û birçî em direvin bêçarin
    Ev herdû geda neviyên min in berxê beran in

    Dê û bav hatin kuştin şêhîdê kurdistan in
    Em li trênê heywan siwar bin
    xûy nîne ji kurdistanê birevin êy felekê dewranê

    Cihê şeş lê siwarin em çardeh lê rûniştîne
    Em ser pişta hev radizên dîsa cihê me tune

    Di vê tengahiya han de hinek dimirin hin dizên
    Giştî nikarim bêjim ne esîr bin em çi ne



    2021.05.05-22:58 ~23:00]| rizgarm

    2. şêx mizbahekî din jî heye.

    şêx ebdurehîmê birayê şêx seîd û şêx mizbah diçin alikariya seyîd riza. lê di rê de mecbûr dibin xwe di nav lodên geniman de veşêrin da ku dijmin wan peyde neke. mixabin ji ber îxaneta gundiyan dijmin tê agir bi lodan dixe û şêx ebdurehîm şehîd dibe. şêx mizbah bi awayekî xwe xilas dike, diçe cem murîdekî xwe lê ew murîd jî xayînek e û şêxê xwe dide dest. dijmin bêyî ku wî bidarizîne di cî de darde dike.



    2021.05.06-17:00 ~17:01]| ezcan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kajav [3]
    Nivîskarê tirşikê ye û ji Zazayê Carbekir e. Îro ji ber ku ketîye dûv ...
    nds [2]
    Cihê ku neka ez lê me û li benda kajav û biraziyê xwe me. Min ...
    bila moderator endazer were guhertin [1]
    ev mijar çar sal û çar meh berê vebûye, kê vekiriye? berredayiyekî bi ...
    tishk barzanji [1]
    Ala rengîn. (lînk: https://www.instagram.com/p/Bn1z5CFH_No/?utm_sour...
    tishk barzanji [1]
    Hunerkarekê li londonê dijî ye. Navê wî/wê kurdî ye. Lê li ser mal...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şêx mihemed can

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj niviskarhlbstvn muzikstrnbj niviskarhlbstvn muzikstrnbj niviskarhlbstvn kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî