Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wattpad
peyamên çepikkirî

133156. malperek ser nivîsandinê ye; piranî bo berhemên wêjeyî ye; bi tefrîqayê tên weşandin. berhemdarên wan jî piranî acemî, jin û nîvê wan jî ciwan in. di rojavayê û rojhilata dûr de çavkaniya derhêner û senarîstan e. gelek rêzefîlmên bl [boys love=~yaoi] ên tayland, tayvan û filipînê hema hema ser vê platformê hatine avakirin. her wiha li rojavayê û piçekî jî li tirkiyeyê romanên populer pir caran li vê derê tên weşandin û heke reytînga wan baş bin (ên populer piranî 10-20 mîlyon caran hatine xwendin), piştre di serî de dogankitap û epsilonê ji aliyê weşanxaneyan ve tên çapkirin. tê de sê çar mijar hene ku pir populer in: mafya, badboy stories, polîsiye û helbet romantîzm... lê xesaten di îngilîzî de honaka zanistî, dîrok û honakên heyranan jî tên hezkirin. kurd piranî di mijarên xwîndarîyê, berdêlê û niqirê de tên pêşiya xwîneran asdjefjdfg çi orîjînal in, hesab li cem we. lê dîsa jî cîhanekê mezin e û bi vekolînê mirov dikare pirtûkên xweş peyde bike. mîsal wêjeya bl pir mezin e, ya tirkî jî gelek pêşketî ye.

min jî novalleyek bl nivîsand, salek girt. qasî 100hezar car hatiye xwendin. ya duda jî di rê de ye; ev salek e dinivîsînim û bila xelas bibe ez ê wê jî biweşînim. lê tirkî ne... bi rastî ji vê aciz im.

di esasê de min berê bi kurdî dest bi nivîsandina pirtûkekê wêjeyî kiribû. lê kurdîxwîner tê de hema tune ye, çar meh li weşanê mabû, tenê 15 kes xwendibû. qewlekê tirka heye, bi kurt û kurmancî: bêyî îltîfat ma'rîfet bêqîmet e. aliyê din civata ku mijara berhemên min xîtabî wan dike di kurdî de tune ye. ê mirov dixwaze bê xwendin, heke kesek nexwîne qîmeta nivîsên min jî namîne... îja hewceya min a berhemandinê tetmîn nebû û min xwe bi mecbûrî qulipand ser tirkî û girseyekê min a xwîner jî çêbû. ji xwe di wattpadê de rewşekê înteraktîf ava dibe û mirov bi feedbackan kêmasî û qisûrên xwe dibîne, rast dike hwd. (xisûsiyetekê din ev bû ku kurdiya min ji bo berhemandina metnekê kurdî ya wêjeyî têr nedikir û hîn jî wiha ye mixabin; lê bo wê dixebtim.*)

ez werim ser civata xwe ya xwîneran: ji sedî 90ên wan jin in, nîvê wan zewicî ne û tê de gelek xwedî zarûzêç hene. ên mayî xwendekarên zanîngehê ne. hemû evîndarên dramayên bl ên koreyê, taylandê ne; heyranên bts in. ji bo romantîzmê dimirin. ji qehremanên novellayê re dibêjin (wekî dayik) "kurê min/layê min". wattpad derfetê dide xwîneran ku di her paragrafê de şîrove bikin. xwîner jî hema di her paragrafên ku bandor li wan dikin, dinivîsînin. ev rê dide ku mirov trenda nêrîna wan derxe. û her dixwazin qehreman hevdû maçî kin; hinin mîlîtan jî beşên smutê dixwazin, ku erê gay im lê bo smut hinekî muhafezeker im asdfghjkkj* ev profîl hema hema ji bo hemû civatên din ên pirtûkên bl-yan derbasdar e.

helbet min ev bo reklama xwe nenivîsand, navê novellayê nabêjim* lê dixwazim ên xwedî qebiliyet, bila herin ji xwe re kurmancî binivîsînin û em jî sûdê ji wan bigirin.



06.06.2013 16:08 | endazer

140316. pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5hezar dolar e. 19ê tebaxê bo serîlêdanê dawî ye. divê berhem 40hezar bêjeyî be û bi temamkirî be. mirov dikare bi neh zimanan tevlî bibe ku tirkî jî tê de heye. û ne ya gotinê ye ku divê li ser wattpadê hatibe weşandin.



06.06.2013 16:08 | endazer

140842. min ji koma wattysê derheqê encama pêşbaziyê enameyek wergirt bi navê "pîroz be!". (ya rast du ename û yek peyama instant) min di kategoriya xwe de qezenc kiriye -ya ku min bi romana xwe serî lê dabû. 5 kategorî û 5 kesên yekem hene. wê ji nav wan pênç kesan jî "yekemtirîn" hilbijêrin. û wê 5hezar$ bidinê. min çar krîterên "yekemtirîn"ê xwendin û wekî ji sedî 90 texmîn dikim ku ew pere ya min e. lê. dibêjin navê xwe yê legal binivîse. di vê şert û mercên tirkiyeyê de.
na. spas dikim.
:(

min li hevalê xwe yê brîntanyayê teklîf kir da ku alî min bike wê perê dest bixim. lê mêrik got, tenê bi kontratê baya, erê. lê belê wê watty navê xwediyê berhem li her derê bi kar bîne. min stûyê xwe xurand û got, belê, heqê te heye.

bîska din enameya duyem a hişyariyê şandin ku gotine "tu li benda çi ye, dem xelas dibe."
dê sibe wext biqede. û ez ber xwe dikevim ku nikarim bi navê xwe tevlî bibim û heqê xwe bigirim... gelek sebeb hene. pir.

bye bye 5hezar$ :(



06.06.2013 16:08 | endazer