Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
wattpad - tirşik
wattpad
(16) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. malperek ser nivîsandinê ye; piranî bo berhemên wêjeyî ye; bi tefrîqayê tên weşandin. berhemdarên wan jî piranî acemî, jin û nîvê wan jî ciwan in. di rojavayê û rojhilata dûr de çavkaniya derhêner û senarîstan e. gelek rêzefîlmên bl [boys love=~yaoi] ên tayland, tayvan û filipînê hema hema ser vê platformê hatine avakirin. her wiha li rojavayê û piçekî jî li tirkiyeyê romanên populer pir caran li vê derê tên weşandin û heke reytînga wan baş bin (ên populer piranî 10-20 mîlyon caran hatine xwendin), piştre di serî de dogankitap û epsilonê ji aliyê weşanxaneyan ve tên çapkirin. tê de sê çar mijar hene ku pir populer in: mafya, badboy stories, polîsiye û helbet romantîzm... lê xesaten di îngilîzî de honaka zanistî, dîrok û honakên heyranan jî tên hezkirin. kurd piranî di mijarên xwîndarîyê, berdêlê û niqirê de tên pêşiya xwîneran asdjefjdfg çi orîjînal in, hesab li cem we. lê dîsa jî cîhanekê mezin e û bi vekolînê mirov dikare pirtûkên xweş peyde bike. mîsal wêjeya bl pir mezin e, ya tirkî jî gelek pêşketî ye.

min jî novalleyek bl nivîsand, salek girt. qasî 100hezar car hatiye xwendin. ya duda jî di rê de ye; ev salek e dinivîsînim û bila xelas bibe ez ê wê jî biweşînim. lê tirkî ne... bi rastî ji vê aciz im.

di esasê de min berê bi kurdî dest bi nivîsandina pirtûkekê wêjeyî kiribû. lê kurdîxwîner tê de hema tune ye, çar meh li weşanê mabû, tenê 15 kes xwendibû. qewlekê tirka heye, bi kurt û kurmancî: bêyî îltîfat ma'rîfet bêqîmet e. aliyê din civata ku mijara berhemên min xîtabî wan dike di kurdî de tune ye. ê mirov dixwaze bê xwendin, heke kesek nexwîne qîmeta nivîsên min jî namîne... îja hewceya min a berhemandinê tetmîn nebû û min xwe bi mecbûrî qulipand ser tirkî û girseyekê min a xwîner jî çêbû. ji xwe di wattpadê de rewşekê înteraktîf ava dibe û mirov bi feedbackan kêmasî û qisûrên xwe dibîne, rast dike hwd. (xisûsiyetekê din ev bû ku kurdiya min ji bo berhemandina metnekê kurdî ya wêjeyî têr nedikir û hîn jî wiha ye mixabin; lê bo wê dixebtim.*)

ez werim ser civata xwe ya xwîneran: ji sedî 90ên wan jin in, nîvê wan zewicî ne û tê de gelek xwedî zarûzêç hene. ên mayî xwendekarên zanîngehê ne. hemû evîndarên dramayên bl ên koreyê, taylandê ne; heyranên bts in. ji bo romantîzmê dimirin. ji qehremanên novellayê re dibêjin (wekî dayik) "kurê min/layê min". wattpad derfetê dide xwîneran ku di her paragrafê de şîrove bikin. xwîner jî hema di her paragrafên ku bandor li wan dikin, dinivîsînin. ev rê dide ku mirov trenda nêrîna wan derxe. û her dixwazin qehreman hevdû maçî kin; hinin mîlîtan jî beşên smutê dixwazin, ku erê gay im lê bo smut hinekî muhafezeker im asdfghjkkj* ev profîl hema hema ji bo hemû civatên din ên pirtûkên bl-yan derbasdar e.

helbet min ev bo reklama xwe nenivîsand, navê novellayê nabêjim* lê dixwazim ên xwedî qebiliyet, bila herin ji xwe re kurmancî binivîsînin û em jî sûdê ji wan bigirin.



08.05.2021 23:38 ~2021.05.09 00:08 | biruya hayao miyazaki

2. sepana ku min nû bihîst. dotmama min vê êvarê qala vê sepanê kir ku ez matmayî mam çawa haya min jê tune ye.

min niha daxist û hinek li nivîsan nêrîn. hinek hene zahf ecemî ne lê hinek jî baş in biqalîte ne.

bawer im ez ê jî li vir dest bi nivîsandina romaneke bi kurdî bikim *



01.09.2021 00:12 | xelîl

3. Sepana ku tenê bi romanên xwe yên tewşo mewşo yên evînî tê bîra min wexta em liseyê de bûn hevalên min ên gêj dixwendin û wexta qal dikirin girêz ji devê wan dihat-ji ber hormonên wan deman bû ez dibêm qey-
Ku Xelîl romanekê Kurdî li wir binivîse dikarim li ser telefona xwe bar bikim û cara ewil tiştekî li ser wê sepanê bixwînim *



02.09.2021 00:04 | biaqila malê

4. Çend sal berê min li ser vê rûpelê rojnivîska berxwedana sûrê xwendibû. Lê min qet bala xwe nedabû rûpelê bê ka kêrî çi tê.



02.09.2021 00:07 | tîrêj zana 21

5. Sepana ku dema li medresê bûm, keçikên li dor min bîstûçarseetan bi qalkirina wan lehengên beredayî û çîrokên tiroviro serê min gêj dikirin.
Xelet fêhm nekin, heta ev keçikên wilo ez nediecibandim lê wextê firavînê li xwaringehê de li kûderê de rûdiniştim, gotar dihat li ser van çîroka.. Îca mekteba ku min 4 salan xwend qaşo gelekî elîtbû yabo!..


Nîşe:
Hayê min jê heye ku miyazakiyê me (belê ê me ye.) li ser vê sepanê dinivîse, jê piştrastim ku xweş jî dinivîse lê honaka ku berheman diafirîne bala min nakişîne. Ger bi Kurmancî binivîse wek @xelîl, teqez sepanê dêynim li ser telefona xwe...



02.09.2021 20:23 ~20:26 | pîroz

6. Sepanek ku derfetên baş dide nivîskarên ciwan ji bo xwe pêşve bibin. Gelemperî nivîskarên baş gelek kêm in. Ji her zimanî pirtûk hene lebelê kurdî di vê Sepanê de qels e hema bêje tu tişt nîn e. Lê ger kurdî kêm e bêjin kurdê wir çi dikin ? Bi Tirkî li ser kurda ku mijarê wan berdêl, eşîr û xwînî ne dinivîsin. navê lehengê xwe dikin bi kurdî lê bêjin çawa? ew jî hemî bi nivîsa çewt. Îro dîsa min pirtûkek dît ku navê wê bi kurdî lê çewt bû birastî aciz bûm min hizr kir ez jê ra bêjim ku li profîla xwe "Kürt kızı" nivîsiye ew ê fêm bike û dirist bike. Min jê re got tu jî dizanî ku kurdî jî wek her zimanî rastnivîsa wî heye û mafê wî ye bi awayekî rast were nivisîn , te çewt nivîsiye û rastî ya wî jî ew e. Keçikê got na ez dizanim wiha jî tê bikaranîn, û rast e . min kir nekir keçik ji ya xwe daneket , bi xwe jî dît wergera Google lê dîsa nikarîbû qebûl bike ku çewt e . Ew çi pozbilindî ye ji bo xwedê. tu eger bi kurdbûna xwe qayil û şa ye çima ewqas kurdî bêqîmet dikî ku nikarî sernivîsekê biguherî û rast bikî ? Mirov divê bi " Kürt kızı" ya nexape bêfehmî û qurretî ya wan min dikuje.



11.05.2022 18:35 ~2022.05.22 18:58 | navîgiranmezelîwêran

7. pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5hezar dolar e. 19ê tebaxê bo serîlêdanê dawî ye. divê berhem 40hezar bêjeyî be û bi temamkirî be. mirov dikare bi neh zimanan tevlî bibe ku tirkî jî tê de heye. û ne ya gotinê ye ku divê li ser wattpadê hatibe weşandin.



07.08.2022 10:19 | biruya hayao miyazaki

8. min ji koma wattysê derheqê encama pêşbaziyê enameyek wergirt bi navê "pîroz be!". (ya rast du ename û yek peyama instant) min di kategoriya xwe de qezenc kiriye -ya ku min bi romana xwe serî lê dabû. 5 kategorî û 5 kesên yekem hene. wê ji nav wan pênç kesan jî "yekemtirîn" hilbijêrin. û wê 5hezar$ bidinê. min çar krîterên "yekemtirîn"ê xwendin û wekî ji sedî 90 texmîn dikim ku ew pere ya min e. lê. dibêjin navê xwe yê legal binivîse. di vê şert û mercên tirkiyeyê de.
na. spas dikim.
:(

min li hevalê xwe yê brîntanyayê teklîf kir da ku alî min bike wê perê dest bixim. lê mêrik got, tenê bi kontratê baya, erê. lê belê wê watty navê xwediyê berhem li her derê bi kar bîne. min stûyê xwe xurand û got, belê, heqê te heye.

bîska din enameya duyem a hişyariyê şandin ku gotine "tu li benda çi ye, dem xelas dibe."
dê sibe wext biqede. û ez ber xwe dikevim ku nikarim bi navê xwe tevlî bibim û heqê xwe bigirim... gelek sebeb hene. pir.

bye bye 5hezar$ :(



02.11.2022 22:56 ~22:59 | biruya hayao miyazaki

9. keçên tirkan bi gelemperî çîroka evînê ya ku dixwazin bijîn wekî pirtûkekê dinivîsin. Çîrokên wattpad-ê pir vala ne. Hemû çîrok hevdu dubare dikin. ew bi gelemperî çîroka kurekî bejn dirêj û masûlkedar û keçikeke nazik û bedew e.



06.08.2023 23:32 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» wattpad

Kategoriyên mijarê:: weje malper weje malper weje malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî