Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
filîpînî - tirşik
filîpînî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Filîpînî ku bi navê filîpîno jî tê zanîn, zimanê neteweyî yê filîpînîyan e. Fîlîpînî, li gel îngîlîzî wek zimanê fermî yê Fîlîpînê ye. Fîlîpînî standardkirina zimanê tagalogê ye. Fîlîpînî zimanekî herêmî yê awistralasyayê ye ku li Fîlîpînê bi berfirehî tê axaftin.


çend kes bi vê zimanê diaxive: - 45 mîlyon mirov

malbata ziman: - Austronesian, Malayo-Polynesian, Philippine, Central Philippine, Tagalog, Filipino

pargala alfabeyê - latînî

........
gotinên rojane
Magandang umaga - beyanî baş
Magandang gabi - şev xweş
Naiintindihan Ko - tê gihîştim
oo - erê
ikaw dintu jî
kamustaka - çawa yî
kamusta - Silav
mabuti - baş im
taga saan ka - ji ku yî
mahal kita - ji te hez dikim
misna misna kita - min beriya te kir
gwapo ka - qeşeng
nandyan ka na - li vir î
Salamad - Spas
ıngat ka - xwe baş binêre
masaya - bextewar
walang anuman - Spas xweş
paalam - oxir be
waht - çi
mahusay - nûwaze
tama - rast)



13.03.2021 10:27 ~11:15 | yûsiv

2. di esasê de bingeha vî zimanî zimanê tagalog e ku di nav malbata awistronezyayê tên bicihkirin. sebebên wê nizanim lê di 1972 an de navê tagalogê ji qanûnê hatiye derxistin û li şûna wê fîlîpîno hatiye nivîsandin lê heman tişt in. gelek li bin bandora spanî û îngîlîzî maye. ji xwe ya duda jî zimanê fermî ye. min cara ewil di rêzefîlma gaya sa pelikula (like in the movie) de ev ziman bihîst. ew ê kengî îngîlîzî û kengî fîlîpînî bipeyivin, mirov nikare texmîn bike; di heman hevokê de nîvê gotin fîlîpînî nîvê wê jî îngîlîzî dibe. r-ya req tê de zêde ye, lê ji aliyê bilêvkirinê ve aksana îngîlîzî jî xwe dide hîskirin. her wiha xuya ye, fîlîpînî jî ji aliyê gelê xwe ve pir baş nayê zanîn ku dema qehremanê rêzefîlmê -Karl Frederick bi herikbarî bi fîlîpînî dipeyive, qehremanekê din bi heyranî dibeje "tu bi tagalogî çi xweş dipeyivî!" û heman qehreman ji yên din bêtir bi zimanê xwe dipeyive, mirov dikare bîr bîne ku ev bi zanebûyî wiha hatiye kirin.



09.05.2021 10:21 ~10:23 | biruya hayao miyazaki

3. Ew ne dikarin îngilîzî bipeyivin bêyî ku peyvên tagalogî lê zêde bikin, ne jî dikarin bi tagalogî biaxivin bêyî ku peyvên îngilîzî zêde bikin.
Di dema silavê de jî peyva “Selamat” bikar tînin. Ev peyveke bi eslê xwe erebî ye.



10 roj berê 05:37 | cinorek

4. Kesên ji Filîpînê ne, navê welatê wan ji navê keyê Îspanya tê. Destpêka sedsala 16mîn û heta vê sedsala borî bibûne kolonîya Îspanyayê, piştî şerê Îspanya û Amerîkayê kete bin destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li gor lêkolînan dîroka nîştecîhbûnê heta 67 hezar salan beriya niha diçe. Mirovên wî welatî piranî mesîhî ne, li gel vê gelek Misliman jî hene. Dema li dijî dagirkeriya Îspanyol û Amerîkayê şer dikirin, bi hev ra li dijî wan xwînxweran şer dikirin.
Welatê wan ji sê giravên sereke û bi gelek giravokan pêk tê. Mirovên baş in. Xwedê silametiya xêrê û berketê bide welatê wan û wan.
Nîşe; Filîpînkî cuda ye, filîpînî cuda ye.



9 roj berê 01:59 ~02:00 | bayê xerbî

5. keçên wî ji xelkê xwe acizin ku li tînderê herdem mêrên nafilîpînî digerin.



9 roj berê 03:54 | hun çawane heval:)))))))

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» filîpînî

Kategoriyên mijarê:: ziman cand ziman cand ziman cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî