Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
cudahiyên di navbera komûnîzm û sosyalîzmê de - tirşik
cudahiyên di navbera komûnîzm û sosyalîzmê de
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Em hemû li ser komunîzm û sosyalîzmê xwedî fikrekê ne lê belê, cudahiyên di navbera van her du îdeolojiyan de gelek caran ji ber hin sedeman tevlihev dikin. Sedema sereke ya vê tevliheviyê ew e ku hebûna çend fraksiyonên marksî yên cuda ne.

Hem komûnîzm hem jî sosyalîzm ji ber protestoyên li dijî kedxwarina çîna karker a di dema Şoreşa Pîşesaziyê de derketine holê. ji ber wê ye ev du têgîn gelek caran şûna hev tên bikaranîn lê di rastiyê de teorîyên wan ên aborî û siyasî ne wek hev in.

Her çiqas pratîkên polîtîkayên aborî û civakî cuda bin jî, gelek welatên modern ên ku ji aliyê îdeolojîk ve li dijî kapîtalîzmê ne, wekî komunîst an jî sosyalîst tên dîtin. Ji bo têgihiştina gengeşiyên siyasî girîng e ku em cudahiyên di navbera komunîzm û sosyalîzmê de bizanin.

SOSYALÎZM:
Sosyalîzm felsefeyeke siyasî, civakî û aborî ye ku di nav xwe de hin pergalên aborî û civakî yên ku bi samanê civakî ya navgînên hilberînê dihewîne. Nûnerên wê yên herî girîng  platon, saint siman û robert owentên qebûl kirin. Nûnerên sosyalîzma zanist jî wekî karl marks û friedrich engels tê qebûl kirin. Li gorî Sosyalîzmê civak mirov girîngtir e, ji ber wê balê didin li ser civakê. Heke civak di nav xweşiyê de be, mirov jî di xweşiyê de ye. û li gorî Sosyalîzmê divê Aborî û siyaset jî  heman wekhev be.

Fikra sosyalîzmê bi Şoreşa pîşesazîyê re vejiyaye. Bi Şoreşa Pîşesaziyê re karkerên çandiniyê bûn wekî karkerên kargehan. Civakeke berfireh jî di nava şert û mercên xirab û ji bo mûçeyên kêm xebitîn lê xwediyên navgînên hilberînê jî pereyên mezin bi dest dixistin.

Sosyalîzm li ser wekhev belavkirina serwetê bingehî daye. Ev wekhevî ji li gorî ked û jêhatîbûna mirov diyar dibe. Rêbaza sosyalîzmê sîstema bacê ye. Hikûmet zêdetir bacê li ser dewlemendan ferz dike ku pereyên ji wan distîne ji bo pêdiviyên belengazan bîne cih, bi kar tîne. Hêsantirîn ji bo bê fêm kirin, dewleteke sosyalîst Robin hoodê pîşesaz e.

Pêşveçûnên aborî yên îro, derketina şirketên pirnetew û globalbûn her ku diçe bandora dewletan a li ser aboriyê lawaztir dike. Li van rojên dawî aboriyên dewletan, li ser bingeha teorîyên cuda yên sosyalîzmê ava bûne. Ya herî tê bi kar anîn jî sosyalîzma demokratîk e. Sosyalîzma demokratîk di avadaniya siyasî ya demokratîk a heyî de ti guhertinan pêşniyar nake lê belê ji bo sererastkirina samanê taybet a navgînên hilberînê, sererastkirina pêşniyaz dike. Sosyalîzma Demokratîk dixwaze hemû welatiyên wan di nav halxweşî de bin. Wekî li dewletên Kanada, Norwec, Swêd û hwd xizmetên tenduristî, perwerde û karkeranî hemû ji aliyê dewletê ve tên nixumandin. Mînakeke din a balkêş jî ew e ku buhayên tawanên trafîkê yên li Fînlandiyayê li gorî dahata mirovan diyar dibe.


KOMÛNÎZM:
Komûnîzm bîrdoziyeke felsefî, civakî, siyasî û aborî ye ku navê wê tê wateya gerdûniyê. Komunîzm têgîneke siyasî ye ku xwe dispêre fikra xwedîderketineke samanê hevpar. anku li dijî samanê taybet e. Her wiha komunîzm xwedî armanca afirandina civakeke bêçîn e ku her kes tê wekhev be. Di nav armancên komûnîzmê de jiyaneke bê dewlet jî heye. Ya rasttir; armanc dike ku hemû gel wekhev bin û bi vî rengî karibin di nava ahengiyê de bijîn da ku pêwistiya wan bi dewletê re tunebe.

Bi hilweşîna Împaratoriya Romayê re fikra kapîtalîzmê li hemû cîhanê belav bû. Thomas Moore di pirtûka xwe ya  bi navê "utopya" di sala 1516 weşandiye de qala samanê giştî û pergaleke bêçîniyê kiriye. Di salên 1600î de jî li Îngilîstanê nîqaşên li ser ramana komunîst derketin holê.  Sosyalîstên Utopî yên weke Jean Jacques Rousseau û Robert Owen jî di vê mijarê de rexne û şîroveyên cuda kirin. Lê belê ramana komûnîzmê di sedsala 19an de zêde bû. Ji ber ku Şoreşa Pîşesaziyê pêk hat û di navbera proleteryayê (karker û çîna dewlemend (burjûva) her çiqas diçe vedibû. Saetên zêde yên şixulê û mûçeyên kêm pêwîst bû ku ji bo proletaryayê tiştek bê kirin. Ji ber vê yekê; karl Marx û Friedrich Engels komunîst manîfestoya ku bi hev re nivîsîn, gelekî bal kişand.

Di destpêka sedsala 19an de ev têgîn hat pêşxistin û Komunîzm bû teorîyên siyasî û aborî. Di sala 1848an de jî rêgezên bingehîn ên Komunîzmê bi saya berhema manîfestoya komunîstî ku ji aliyê Karl Marx û Friedrich Engels ve hatiye nivîsîn, hatin danîn. Her wiha têgeha komunîzma modern jî ji vê pirtûkê hatiye. Ev têgeh piştre ji aliyê welatên wekî Yekîtiya Soviyetê, Çîn, Elmanya Rojhilat, Koreya Bakur, Kuba û Vîetnamê ve hatiye qebûlkirin.


CUDAHIYÊN DI NAVBERA KOMÛNÎZM Û SOSYALÎZMÊ
1) Komunîzm Pergala rêkxistina sosyal a ku li samanê civakî hûr dibe û cihêtiya çînan ji holê radike. Sosyalîzm teoriya rêkxistina sosyal a ku navgînên hilberînê xwedî gel an jî hevkarî ye.

2)Sosyalîzm pergaleke aborî ye, komunîzm jî pergaleke hem aborî hem jî siyasî ye.

3) Di sosyalîzmê de xelk bixwe biryar dide ka aborî ê bi rêya komunan bi rê ve biçe yan bi rêya konseyên hilbijartî. Le komunîzm aboriyê bi rêya partiyeke otorîter bi rê ve dibe.

4) Komunîzmê ji aliyê Karl Marx ve Friedrich Engelsve hatiye pêşniyar kirin, sosyalîzm jî ji hêla Robert Owen ve hatiye pêşniyar kirin.

5) Sosyalîst mal û milkan li gorî berhemdariya kesan belav dikin, komûnîst jî milkê li gorî pêdiviyên kesan belav dikin.

6) Sosyalîst dikarin bibin xwedî milkê şexsî, komunîst nikarin bibin xwedî milkê şexsî.

7) Kapîtalîzm dibe ku di pergaleke sosyalîstî de hebe lê di pergaleke komunîstî de ev yek ne mimkûn e.

nîşe: sererast kirin.



09.05.2021 15:33 ~2021.05.14 13:03 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cudahiyên di navbera komûnîzm û sosyalîzmê de
» navbera amed û nisêbînê

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî