Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
sedat peker - tirşik
sedat peker
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwedêyo ez gorî rehm û kerema te bûyo, mirov ji hêza te ecêbmayî dimîne.
Em hatin rojên wisa ku Ew dinkof pesneya sezgin tanrikulu dike û gotinên seyyid riza dixwine û ji mazlûman re edaletê dixwaze.



10.05.2021 10:58 ~11:41 | cinorek

2. bûye YouTubevan. di vîdyoyên xwe ên youtubeê de qala neheqî û zilm û bêînsanîyetî û bênamûsiya dezgehên dewletê ya xwe dike. qala bê dîn û bê îmaniya wan dike. çi anîne serê jin û keçên wê, qal dike. hindik ma bigirîya.

qasî min fam kir, êdî nikare vegere tirkiyeyê. heke vegere, ew dê wî bikujin. çi heyf e ku heya niha bi yekalî dîtiye her tiştî. dewleta xwe nas nekiriye loma ewqas diheyire, gilî û gazincên xwe dike. çi heyf. bila ew jî ji xwe re biçe swêdê. cihê diyasporaya kurdan.



11.05.2021 02:49 ~12:33 | mirovekirind

3. serê çeteyek tirkiyê ye. bi salan pişta xwe dewletê û karên îllegal kirin. berî hilbijartinê çepgirên ku piştgirî dabûn kurdan, bi kuştinê tehtîd kiribû fîlan. piştî ku alaattin çakıcı bi alîkarîya mhpê, ji girtîgehê hat derxistin û çakici li gel ku berê dijûnan li akpê kiribû, bû şîrikê hevkarîya di navbera mhpê û akpê de, di navbera çakici û peker de rekabet û dijminahîyê rû da. mehmet ağarê ku wekîl, vezîr û rezîlê berê ye, wî jî piştgirî da çakici û rê li ber peker nema.
revîya çû derveyî welêt. dema dît ku jê re rîya vegerê jî girtî ye û polîsên avêtî ser mala wî jî bêrûmetî li malbata wî kirine, dest bi îfşakirina gunehên dewlet û mafyayê kir.,
xwedê yek ji wan nehêle lê dîsa jî axaftina wî baş e, ev jî bû lepek pîsatî û bi lingên akpê ve zeliqî. heta ma li ser û guhê wan ve jî.



11.05.2021 18:47 | simurg56

4. di vÎdeoya xwe ya dawîn de behsa rewşa sefîl ya rêberê hinek hevalan dike ku dema hatibû girtin û û lêpirsîn bêyî ku sîleyekî bixwe hemû nirxên gelê xwe û rêxistina xwe dida ber lingên dijminên xwe yên demekî. dîsa behsa înfazên nav rêxistinê dike dibêje rêberê hinek hevalan kesên jîr û jêhatî yên di nav rêxistinê de bi hêncetekî dane kuştin, hinek wekê ku dema perwerdeya leşkerî bêhemdî, hinek bi tohmeta sîxurî û xayînetiyê û hinek jî bi zanebûn şandiye nav lepê leşkerên dijmin.
yê dizanî ji xwe dizanî lê ji devê sp guhlêbûna van tiştan hesteke ecêb bû.



31.05.2021 16:46 | endazer

5. Meseleya înfazkirina gerîlayên PKK'yê beriya salan ji aliyê muxalifên kurd ên PKK'yê ve dihat angaştkirin lê ji ber ku şopger, sempatîzan û alîgirên apoyî nikaribûn bigotana serê pozkê apoyî xwar e, kesî jî baweriya xwe bi van Angaştan nedianî, gerîlayên ku ji destê PKK'yê revîyabûn û çûbûn Awropayê hindek ji wan rabûn û di vir de û wê de behsa înfazkirin û kuştina gerîlayan kirin lê dîsa heyranokên me û 'medyaya azad û serbest û demokrat'(!) ên kurdan wê demê jî ji bo wan kesên ku ewan Angaştan bi lêv kirin re jî etîketa xayîntîyê zeliqandin.

Berîya sedat Peker, Hanefi avcı di pirtûkeke xwe de behsa înfazên gerîlayên PKK'yê kiribû lê dîsa her kes xwe kor û lal kiribû. Halbukî ji vir deh panzdeh sal berê Apo di girtîgehê de 'özeleştiri'ya xwe dabû û ez ne şaş bim gotibû; mixabin me bi qasî 13.500 gerîlayên PKK'yê înfaz kirin'
Piştî rexne û mikurhatinên apo çend sal bi şûnde Demîrtaşî di mîtîngekê de rabû û got emê hêna peykera apo daçikînin!

Îroj hemî alîgirên PKK'yê alîgirên akpyê wek koritî û korfêmiyê tawanbar dikin û henek û tinazên xwe bi medyaya akpyê dikin. Lê??? Ferqa wan ji akpyê çi ye? AKPyî ji bo ifşayan dibêjin montaj, apocî jî ji bo îtîrafên Apoyî dibêjin taktîk heval!



31.05.2021 19:03 ~19:05 | ferhenga şikestî

6. vîdyoya +18 ya seroka komara tirk a bakûrê qibrisê parve kirîye. lê ne wekê nûçeyekî magazînê ye, dibe ku qasedên kesên "giringtir" jî li bin destên wî be.



21.10.2021 01:33 | heval.js

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedat ulugana

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî