Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin - tirşik
cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin
(5) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. nayê bîra min gelo min ti ankêt vekir an na, lê dîsa jî ez ê bi vê ankêtê xêrxwestina xwe bikim.

* di esasê de ti der tune ye ku min ji nav mala min derxe. ma belasebe negotine mala pîrê, xweştir e ji ya mîrê. îja tê rabe, bi çenteykê here xeribîstanê û derûdorên çol û çeperan, kuçe û kolanan bigere, çiqas toz û dûman, çi organîzmayên mîkroskobîk û çi nexweşiyên bênefsiyê hebe hevde û vegere mala xwe û jiyana xwe ya acizker û monoton bidomîne û di vê mewdeyê de jî bêriya wan çend rojan bike yên ku bi tûran hatine dagirtin. erê bi tûr, ji ber ku rebênên mîna min, nikare deh rojan pere bide otêlan û ji bêrîka xwe bigere... bi vê jî hewesa min şikiya. û tew ez poşman bûm min xwest vê ankêtê vekim lê dîsa jî belkî wê bibe wesîla tirşikandina tirşikvanên din ji ber wê wekî nezaketek ez ê cewabê bidim:

- çernobîl.

sebeb: dixwazim aciziya mirovahiyê bibînim. mirovên nûjen pir pozbilind û ji xwe bawer in. lê qelihîn tenê di destê çend endazyerên bêxew û çavbirçî ye.

(bala xwe bidinê ez bixwazim jî nikarim herim; yanî rojek were û simurg bibêje va ji te re bilêt û 10 rojên rezervekirî yên heqdestên wan hatine dayîn, ne mumkun e ku mala xwe berdim û herim adafghj )



11.05.2021 23:20 ~23:24 | biruya hayao miyazaki

2. çawa min mijar dît yekser machu picchu hat bîra min.
tu sedemeke grîng nîn e, ger ez yekê bêjim, ji ber xweşikbûna bajarê wan.

an jî min dixwest ku herim pîramîtên misrê...

û wek ku li jor @hayao jî digot, aniha yek pera bide û bêjê de here rêya te vekirî be...
nizanim ez ê ji malika xwe gevzekê bavêjim derve, ji xwe ne bawer im ಥ_ಥ



11.05.2021 23:44 | merwano

3. (bnr: ne riha ye)



11.05.2021 23:46 | heval.js

4. (bnr: ronahiyên bakurê)

Ango aurora, Ronahiyên bakurê yên ji ber manyetîzmaya tavê li kutbên dinyayê diqewimin.
Ji destpêka zanîngehê dema min dîmenên wan ronahiyan dîtin heta niha cihê ez herî zêde dixwaxim bibînim ew der e.
Dema li Elmanyayê bûm, min hewl da biçim lê ji ber hinek pirsgirêkan neqeda hewldana min.:/

Belku rojekê...






*Min sernivîsê baş nexwendiye* dibêje cihên dîrokî *



11.05.2021 23:56 ~2021.05.12 01:03 | xelîl

5. beyta laleş



12.05.2021 02:19 | pîroz

6. Xwezî berya nehiştîn bin avê ve min cihên dîrokî yê heskîfê bidîta



10.06.2022 00:32 | evcebarê pirê

7. kahirayê misirê. zaf dixwazim li wê bajarê û li dor pîramidan bigerim. xwedî xeyalekî din bûm lê ew pûç bû:

;(
Here lînkê



10.06.2022 00:39 ~00:39 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cihên dîrokî yên mêrdînê
» yên ku min dişopînin
» tirşikvanên rojhelatî
» herind

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî