Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 16 peyam
    hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî - tirşik
    hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî
    (13) (1) (10)
    di mijarê de bigere

    1. hêzên nesiruştî yanî qewetên derxwezayî, ne normal, yên ti carî nayê dîtin wekî firrîna mirovan bêyî alav û makîneyan, "bihîstina hundirê hişan" bêyî derfeta teknolojiyên nûjen (?), ji cih de windabûn mîna xeyaletan, çûna pêşerojê an jî paşerojê bêyî makîneya demê(?!), sekinandina demê, guhertina bûyerên dîrokî, paqijkirina bîranînên mirovan, di cih de mezinkirina riwekan, ketina canê heywanan an jî şekil guhertin, filan û bêvan.

    ji nav wan de bi rastî min ê bixwestaya ku bibim xwedî qabiliyeta... wele tê bêjî qey bi vê halê xwe pir memnûn im, ti tişt naxwazim. ecêb e. lê hema ji bo lêzêdekirin: bi heywanan re peyivîn.

    lê hêz bi xwe re berpirsyarî jî tîne.



    2021.05.11-23:41 ~2021.05.12 00:02]| biruya hayao miyazaki

    2. (bnr: firîn)

    Dixwazim bifirim, li ser çiyayan, deştan, bajaran, zeryayan... Mîna apê Cemşîd xan, bila ba min li ber xwe bibe warên xerîb û dûr ên kesneditî û nekeşifkirî.



    2021.05.11-23:46 | xelîl

    3. hezên avatar.



    2021.05.11-23:55 | heval.js

    4. hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî/133349
    Ehew, min çilo mijar xwend min niyet xera kir ko ez jî vî tiştî bêjim, camêr berî min gotîye.
    Sihet xweş @xelil, emrê te ji ê min dirêjtir e.
    Lêbelê, ez mîna apê Cemşîdo divêm ji nivşekê hilkişim ezmana û bifirim û her car li cîhekî cûda werim xware.



    2021.05.12-00:01 | pîroz

    5. Mejî kontrol kirin *



    2021.05.12-00:06 | navîgiranmezelîwêran

    6. bê makînê, bê amûr, tirûskandin

    ji vê xweştir tiştekî bi kêr hatî tune, bifikirin aniha ez li mêrdînê me, 1 deqqe şûnda li machu picchu *



    2021.05.12-00:15 ~00:15]| merwano

    7. gerra di demê de. demên ku dixwazim biçim:
    - dema zimanê yekem pêk hat
    - dema zimanên hînd-ewropî pêk hatin
    - dema zimanên îranî pêk hatin
    - dema zimanê pêşiyên kurdan pêk hat
    - dema kurdî bi zaravayan lêk ve bû
    - dema zerdeştî
    - dema medan
    - dema selahedîn eyûbî
    - dema melayê cizîrî, ehmedê xanî, feqiyê teyran
    - dema hesen sebbah û omer xeyam



    2021.05.12-00:52 ~01:00]| keyomerd

    8. Hêza dewlet afirandinê.
    An jî hêza kuştinê! Ez ê bibim melkemotê neqenca!
    (bnr: death note)



    2021.05.15-21:31 | xwelî li ser

    9. Mijara ku meraqa kuştinê ya xwelîserekî derxistiye holê.*

    Ez ê êdî hay ji xwe hebim û tev lê wî nebim.*



    2021.05.15-21:39 | xelîl

    10. Dixwazim zemanê şûn de vegerînim û gewrêya xwe dîsa bibînim(。•́︿•̀。) û gava min ew dît ez ê evîna xwe eşkere bikim(灬º‿º灬) û bibêjim gewrêêê ez te qasî mastê mîha hez dikim ( Erê zanim ew jî zani ez kesekî biqasî mastê mîha heznakim lê bila dilê wê xweş bibi, gotinên romantîk pêwîst e(◠‿◕))



    2021.05.16-19:55 | lewendî

    12. (bnr: wolverine)



    2021.10.12-21:43 | heval.js

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    darbestên rengorengo [3]
    Darbestên ku li sergiya ahmet güneştekin a li Amedê ye. Ji ...
    darbestên rengorengo [4]
    Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi nav...
    ahmet güneştekin [2]
    Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye ,...
    درود [1]
    درود (dorûd) peyveka farsî ye ku bi wateya silavê tê. ji proto-îranî *...
    stranên ku dema zarokatî dihêne bîra tirşikvanan [1]
    Eyaz Yusif Zaxoyi- heger dinya hemû gul be
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hêzên rizgarkirina şengalê
    » yên ku îro têketine
    » tirşikvanên wê reya xwe bidin akpê
    » bibin arîkar ji bo pêşxistina google werger ê
    » xwediyên xwe bixwe lê hestiyên wan ne avêjê

    Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî