Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 20 peyam
di taşteyê de li şûna çayê qehwe vexwarin - tirşik
di taşteyê de li şûna çayê qehwe vexwarin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştê ku ev du hefte ne, dikim. bi tenê serê xwe taştê dixwim ku di normalê de nikarim bi tenê serê xwe xwarin bixwim, dilê min narê; ji ber wê jî naxwazim çaydanekê çay çêkim û musrîfî bikim. li dewsa wê qûpayekê qehwe çêdikim û ew jî ji xwe têra min dike. lê nikare adeta çayê bigire. penêr û hêk pir li qehweyê nayên, lê ne pir xerab e jî. [mehek berê min henekê xwe bi vê adetê kiribû. bi quran êdî ditirsim xelkê rexne bikim, henekê xwe bi wan bikim û bikenim; nişkê ve tê serê min*]
(bnr: çaya bi tena serê xwe tê vexwarin)



12.05.2021 11:27 ~11:32 | biruya hayao miyazaki

2. Ji berî ve kêfa min qet ji qehwê re nadihat lê piştî destpêka kar, bi bandora hevalkaran jî, ez hînê qehwê bûm û di karantînayê de bûm qehwevan û min dil heye makîneyeke birîncî ya qehweyan bikirim *

Lê taştê bê çay nebe heyran :/ pêşîya anjî piştî taşteyê qehwe diçe *



12.05.2021 12:11 | xelîl

3. Edeteke ewropiya ye. Tim di filîman de dixuye, sulhiyek qehwe ( belê sulhî. Fîncan, kodik, îskan, qedeh, kûpa hwd. Ji bo tarîfkirina wê biçûk tê) û li ber jî ya kek ya jî kûrûvasan ( nizanim çiye û tehma wê jî çawa ye) dixwin.


Bi îngîlîsî ji taştê re dibêjin " breakfast". (Break) şikandin, (fast) bilez, (fasting) rojî ye. Vêca bo taştê çima peyvek weha çêkirine nizanim. Lê dibêm qey ji ber navê wê hama qehwa xwe û çend kekikan pê re bilez dixwin û zûka digihîjin karê xwe. Vêca em werin taştêya me kurda: ger em bixwazin qehwê pê bixwin dê taştêya me rezîl bibe. Hêk, penîrê helandî, penîrê honandî, kartolê sorkirî, zeytûnê şîn, zeytûnê reş, mast, dims, rûnê nivîş, hungiv, tehîn, helaw, firingî, xeyar. .. ... li ber van xwarina ji çay pê ve çi vexurek tê xwarin?

Dîsa heyalek ji ber edet û çanda kurdî têk çû* em mehkûmî çaya qaçax bûn. Dîsa em neşibiyan îngîlîsa.



12.05.2021 13:43 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» şûna ö yê bikaranîna ü yê
» qehwexaneya tirşikê
» vexwarinên bêalkol

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin jiyan anket xwarinvexwarin jiyan anket xwarinvexwarin jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî