Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
muzîkên ku kul û derdên mirov sivik dikin - tirşik
muzîkên ku kul û derdên mirov sivik dikin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gor kul derdan diguhere. Axlebê wan jî bi bêtirêşandinê derdê mirov sivik dikin. Lê hin melodî hene rih û hişê mirov haş dike. Yek ji wan ev e bo min: eleni karaindrou - to vals tis nifis


ji fîlma theo angelopoulos a bi navê
to meteoro vima tou pelargou ye ev muzîk. Him angelopoulos him jî eleni bandorek li jiyana min û li min zêde kirine. Bandorek şad û xemgîn. Lê cara ewilî xemgînî bawerke. Pişt re ji xemgînîyê şad bûm. Xemgînî hişê min sekantir dike. Girantir dike. Welhasil lo! Xweş e.



12.05.2021 15:09 | xwelî li ser

2. taybetmendiyeke min ku ez qet jê hez nakim heye ku dema ez stranekê nû guhdar dikim kêfa min gelekî jê re tê li ser hev 20-30 carî guhdar dikim piştre jê aciz dibim, êdî wek berê kêfa min jê re nayê.

lê çend stran hene ku qet ji wan aciz nabim,
yek ji wan strana jehrmar kengî ye.
dema lê guhdar dikim, aramiyê dide min.




12.05.2021 15:14 ~15:16 | merwano

3. (bnr: on the nature of daylight)

Kengî guhdarî dikim, aramiyeke cuda û sosret li min geş dibe. Bawer im muzîkjenên vê muzîkê beste kirine, xwestine ronahiya rojê bi muzîkê penase bikin ji ber ku dema guhdarî dikim, xwe li ser nefelên li ber kaniyeke cemidî hîs dikim ku tava germoşk a biharê û bayê hênik ê payîza ewil rûyê min miz didin. Ewqas xweş e.*

spotify: Here lînkê



12.05.2021 15:18 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» muzîkên ku kul û derdên mirov sivik dikin
» kul û derd
» mirov guneh dike lê binêre
» sivikayîye nivîsandina kurdî

Kategoriyên mijarê:: muzik jiyan muzik jiyan muzik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî