Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
midyad - tirşik
midyad
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Midyad (bi tirkî: Midyat, bi sûryanî, midyôyo-matiate-) navçekî û bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê (bnr: nisêbîn), li rojava (bnr: mehsertê)heye û li bakûrê wê (bnr: kercews) û (bnr: kerboran) hene. Midyad navenda herêma (bnr: torê) ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.



Civak



Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî kurd dijîn, lê hejmarek biçûk suryanî û ereb jî dijîn. Li vî bajarî ji aliyekî ve dengê naqosên dêra, ji aliyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piraniya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevin e ku piraniya şêniyên wê kurdên sunî û aramî–suryanîyên xirîstiyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta beriya çend salan gelek gundên kurdên êzîdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundan ji ber zilma dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terk kirin û koçî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên xirîstiyanî jî Midyad û gundên derdorê terk kirin û wan jî koçî rojavayê Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem xirîstiyanî û kurdên êzidî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şêniyan di sala 1997'a de 61.378 kes li Midyadê dijiyan.



Dîroka Bajêr



Belgeyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13'an B.Z. (Beriya Zayînê), evder herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyemîn bi gewzî di 879'an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin hikmê Îslamê de (640).

Ajalên herêma Midyadê



Li Midyadê wekî hemî deverên Kurdistan ê, xwedî hinek taybetmendiyên ajalên cude ne.



Li herêmê Ajalên kedî û yên berî bi du beşa ne



yên Kedî; Mê=Mîh/Mêşin, Bizin, Çêlek, Qantir, Mirîşk, Şamî, Mehîn, Kevok, Qaz,

Yen Kedî; Nêr= Beran, Nêrî, Ga, Qantir, Dîk, Elok, Hesp, Kevok, Ordek,





Pîşên Midyadê:



Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene:



Zîvkerî

Cumik

Kevirbirîn

Kurtankerî

Hekîmtî

Hosteyî ya kevira

Hedadî

Terzîti



06.10.2013 14:09 | serxush

2. daristaneke mezin bi darê berûyan derdora midyadê digire. kurdên midyadê ji bo dara berûyan li ser vê gotinê îttîfaq kirine ku: kurd mîna dara berûyan in. ji ber ku tu çi ji dara berûyan bike; bibire, bişewitîne, qut bikeî çi bike çi nekê dara berûyan ji deverekê tov û şitlên xwe derdixênin û di nava jiyanê de wenda nabin. Kurd jî mîna wê darêne ku tu çi bînî serê wan, tu ji wan çi bikî ew wenda nabin ji deverekê tovê xwe derdixênin û her tim di jiyanê de rengê xwe bellî dikin.



06.10.2013 14:23 | serxush

3. Navê dîrokê em bigoherin divê em bejin midyad. Pêşvediçe demin hatin bû daw ji (bnr: nisêbin) ê re. Dem hat deriye xwe vekir ji surîyan re. bi nezikê 110 hezar nûfusa xwe ya xweşike. Weke (bnr: nivîsek ser diwêr) goti. go yek lê dimeyizene kêfa yekî tê.



22.04.2020 17:25 | hûteheftserî

4. navenda tor abidîn.



05.08.2021 14:14 ~14:15 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» midyad

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî