Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
li dijî kevneparêzên dînozor serhildana nûxwazan - tirşik
li dijî kevneparêzên dînozor serhildana nûxwazan

Navê mijarê ya ewil ev bû:li dijî kevneparêzên dînozor serhildana nûxwaza
(20) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. ku nivîskar xwe li vê derê biçirênin jî vala ye. ev meseleyekî rêvebirinê ye ku gerek rêveber biryarekê bide. ewana çima dengê xwe nakin ev jî pirsgirekekî din e.



19.05.2021 01:44 ~01:45 | hueyn

2. Gotinek heye; xirakirin û hilweşandin hêsan e ya girîng avakirin e.
Hadê em bêjin ku hûn ji 'dînozorên kevneperest' xelas bûn, ê? Hûn ê li dewsê çi deynin? Em bêjin we şoreşek li dar xist? Hûn ê sîstemeke çilo saz bikin?



19.05.2021 11:39 | ferhenga şikestî

3. mijara di sernivîsa wê de jêmayiyên bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin û jargona nijadperestên kemalîst xuya dibe.

serhildan ne lê çend sewtên çîzçîzok e. lewra bi qasî ku xuya dibe û ji jêbirina peyama ewil ya nivîskarê mijar vekiriye jî bi me dide fêmkirin ku ev hewldan jixweber têk çûye û bi daxuyaniyên dijwar yê endamê rêveberiyê jî yekcar hatiye çewisandin.

ev 'serhildan' jî weke serhildanên kurda yên dîrokî bêyî amadekarî û koordînasyonê hate destpêkirin û pir zû têk çûye. ji ber mijara ewil hatiye jêbirin, baş nayê pesendkirin lê ev wekî nerazîbûnek li hember formata tirşikê dixuye. ji ber vê munasebetê dixwazim girîngiya formatê û rewşa wê binirxînim. wekî hatiye diyarkirin, format stûna avahiya tirşikê an makezagona tirşikê ye. wekî ku di pênaseyek din de jî hatibû gotin, format pirtûka pîroz ya dînê tirşikê ye. ji loma tirşikek bêyî format ne pêkan e.

lê cara dawî 2017an de format hatiye nûjenkirin. di ser wê re 3 sal derbas bûye û ev jî ya 4a ye. divê bi beşdarbûna sîvîl toplûm kuruluşlari, rûsipî û kanaat onderiyên tirşikê dîsa were nûjendkirin. mijarek li ser formatê were vekirin û herkes pêşniyariyê xwe bike û piştî dengdanê weke rêveberiyê demokratîk format were nûjenkirin. divê xalên girîng bend bi bend werin ravekirin û qedexe û serbestî ji hev diyar bin.


ger format tune be:
birastî naxwazim vê vebijêrkê bifikirim. lewra ger tiştek weha çê bibe dê xebat, cehd û keda 8 sala here sergoyê. sibe yek rabe fîlmên pornografîk biavêje, dijûna bike, heqaretan li nivîskar û kesên ji derveyî tirşikê bike, propogandaya rêxistina bike, troliya bike, mijaran sabote bike û hwd.... werhasil dawî nayê. yanê dê tevlîhevî û xerabî derên.


axir, min hêvî heye 'nûxazên tirşikê' baweriya xwe bi tirşik bînin an bêyî formatê tirşikek çawa dixwazin biafirînin, bila bi hemû hûrgiliyên wê rave bikin.



19.05.2021 13:47 | tîrêj zana 21

4. nûxwazên ku ji dil in lê belê xuya ye feyde û armanca formata tirşikê nizanin. ji bo rêkûpêkiya tirşikê bêyî format wê tirşik bibe incisozluk. bi vê jî wê kesek dilşa nebe.

Here lînkê



19.05.2021 14:04 ~14:05 | biruya hayao miyazaki

5. weke pêşniyarekê dikarim bêjim ku yên li dijî formatê ne û dixwazin bi şiklekî azad binivîsin bila çavekî li foruma AqilmendKurd bigerînin.

Here lînkê



19.05.2021 17:08 ~17:09 | hueyn

6. serhildan ;) we çi nivîsî çi dest bi serhildanan kir?! nivîskarên ji bêxîretiyê nikarin hînê çendek qural û qaîdeyan bibin cih de dest bi rexneyên pûç û vala kirine.
peyama wek sebeb tê nîşan ku dilê nivîskarekê hiştiye de bi min tu neheqî û heqaret nîne. zilam kêm gotiye ne zêde û ez jî di heman fikrê de me. bi rastî jî ev demek e gellek peyam çi ji aliyê naverokê çi ji aliyê rastnivîsa kurdî ve bi kêrî serê pîvazekê nayên, hema bêje wek sergoyekî ne. lê ser vî halê re jî kesek nikare tu şîretê li yekî bike. yên xwedî qisûr û kêmasî cihê ku xwe rast bikin an hewl bidin meselê fahm bikin cih de moz dikin, xwe dixeyîdînin û dev davêjin nivîskarên çê. û wekî ku hemû mesele lihevnekirina nivîskarên kevn û yên nû ne didin nîşan. lê nexêr, ne wisa ye.
gellek nivîskarên nû yên jêhatî hene ku mirov bi kêfekê peyamên wan dixwîne an peyamên wan bala te nekişîne jî ne vik û vala ne, bi hiş û aqilekî hatine nivîsîn. rexneya tê kirin hew ji bo wan kesan e ku tiştekê li xwe zêde nakin û pê re jî serhişkiyeke bêfahmî dikin. axirê bi ya min li pey nekevin, xeyda wan ji bo tirşikê xêr e.



19.05.2021 19:12 ~19:17 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhildana mala elîyê ûnis

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî