Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
rewşa kurdên ku koçê başûr kirine - tirşik
rewşa kurdên ku koçê başûr kirine
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdên ku ji zordariyên dewletên dagirker ji rojava,rojhilat û bakûr koçê başûr kirine , jiyanek ne baş dijîn.
Çend roj ewil kurdekî ku ji rojhilat koçê başûr kiriye li hember NY ê agir xwe xist û xwe li hemberê kamerayên zindî şewitand.Tê gotin ku rewşa wî niha baş e.Ne tenê ev , gerillayên ku ji pkk ê dûrketine û xwestine ku li başûr jîyana xwe bidomînin dîsa rewşek ne baş de nin.Ev 20 salan zêdetir e ku başûr xweserî bi dest xistiye şûna ku dewletekî wek îsraîl ava bikin , dewletekî apartheid avakirine.Mirovên wek nêçîrvan , mesrûr , mesûd ku raste rast nav şer derketine ku heta niha dewletekî bo kurdan ava nekirin naxwe kî ava bike? îsraîl piştê avakirina dewleta xwe , gotiye her cihûyê li ser cîhanê raste rast welatiyê îsraîlê ye jî.
hezar carî heyf.
li jêr jî vîdyoyek i.x. baran heye;




21.05.2021 19:48 | brzn

2. Li başûr Rewsa tirkekî ku çûye li başûr bi cih bûye, ji rewşa kurdekî Bakûrî hezar car çêtir e.
Gîyayê hewşê li her çar parçeyên welêt jî tehl e.
Azad in, hêza wan heye, petrola wan heye lê di vê 15 salan de serê derziyekî jî li xwe zêde nekirine mixabin. Yanî ger başûr çolistan bûya, petrola wan nebûya min ê bigota yaw temam tiştekî di destê wan de nîn e. Feqet meseleya paşdemayîna wan ne beyarî an dewlemendnebûna erdê wan e, însanên wan ên kalîfîye û zihniyeteke wan a kemilî nîn e, ne vîzyon heye ne jî mîsyon.
Hevaleke min ji wir şeş heft sal berê ji ber teşqeleya siyasî çûbû başûr û bûbû multecî. (belê maneya başûr ji bo Bakûrîyekî/ê multecîbûn e) rojekî em li ser facebookê axifîn min hal û rewşa wê pirsî got tu zanî çi bû? Go ji vir çend roj berê ez siwarî trêmbêlê bûm û min kurmancî cihê adresê ji ajokarî re got. Zivirî ji min re got eger perê te tunebe ne xem e em herin mala min bi ser de ezê pere jî bidim te! Min jê re got kûçikê heram tu çawa bi min re wisa diaxifî? Ez ji Amedê hatime li vir ezê rasterast herim gilîya te bikim. Got deh deqe lavayî kir û got biborine min nizanibû tu ji Amedê yî min got qey tu jî ji rojavayê yî falan û bêvan. Tabî min meraq kir û min ji hevala xwe re rewşa kurdên rojavayê pirsî. Got Ferhengo bawer bike hemî şerpeze bûne mêrên başûrî bi heqê xwarina danekî li ser laşê wan hikûm dikin, başûr bûye mezeda laşê jinên rojavayî. Dilê min guvêşî, bêhna min pirr teng bû.
Yanê ezcumle eger tu tirk bî, herî li başûr kar bikî stûyê xwe li ber te xwar dikin. Lê tu kurdek ji rojava an jî Bakûr bî ji bo popkekekê ew te sê seat li ber deriyê sînorê didin sekinandin.



22.05.2021 00:41 ~00:44 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa kurdistanê ya niha kîjan reng e
» kurdên ku zarokên ermenan xwedî kirine
» başûrbakur

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî