1. Yekem geroka înternetê ku wê di nêzîk de kar û barên xwe li ser hemî platforman bi kurdî pêşkêş bike, ji 2 mehan bêtir ser wergerê wê dixebtim, min ji xwe re kirîbû wek kar gelek şev û roj ser wê wenda kir, werger ji 30 hezar peyv pêk tê. |
|
29.05.2021 00:45 ~00:55 |
cyaxares
![]() |
2. geroka ku ji aliyê estetîkê ve kêfa min jê tê. qasî du salan min ew geh li ba firefoxê geh li ba operayê bi kar anî - bi taybetî bo hilpekînên medyayên civakî bi kar bînim. taybetiyên wê yên hûrgilî li ser kombersê xwe didin pêşiyê. lê belê li ser jîrfonan -heke ruhekî we ya vekolîner tunebe- hema dişibe gerokên din. heta mehekê berê jî li ser du amûrên min de hebû lê êdî tune ye. ez gerokan bi senkronîzeyî bi kar tînim. piştî guhertoya kurdî ya firefoxê bo jîrfonan hate weşandin, min êdî giraniya xwe daye firefoxê. ji ber ku min ji telefonê jê bir (û dêvla wê brave-ê bar kir) vivaldiya kombersê jî ji amûrê rakir. lê bi rastî bo min rehetî jî bû. ji ber ku li ser kombersê pir dereng vedibû. (divê mikur bêm, a firefoxê jî dereng e, lê mewaya wê ji ya vivaldiyê kintir e. sebeba derengiyê jî nizanim, belkî ji ber linuxê ye, belkî ji ber nermalava kombersa min be) her wiha tiştê ku di vivaldiyê de xwe da hezkirin, bêguman derfetên fireh ên şexsîkirina gerokê ne. bi min ji bo ceribandinê mirov dikare şansek bide wê. tew wê di demekê kin de kurdiya hemû guhertoyên wê jî derkevin. yanî ji aktîvîzma zimên jî qadekê nû pêşkêş dike. siheta @cyaxaresî xweş be. lê ji girêdana jor min hinekî çav bi nivîsên kurdî yên malperê xist û hinin kêmasî û şaşîtî bala min kişandin. divê werger ji aliyê kesin din ve were venêrîn û serrastkirin. |
|
29.05.2021 10:50 ~10:51 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
3. geroka ku heta niha min bi kar neanîye lê belê bi kurdî be êdî pêwist e. |
|
29.05.2021 19:02 |
hueyn
![]() |
4. Ji bo wergerandina kurdî cyaxares re gelek sipas , Bi rastî heta niha haya min vî gerokê nebû.Jixwe min gelemperî google bi kar dianî.Bi rastî ji google chrome ê hez nekim jî , li gor yên din gelek pêşketî û rojanekirî ye.Hin taybetmendiyên wî bi gmail ve girêdayî ye û mirov neçar dihêle ku mirov bi kar bîne. |
|
29.05.2021 20:53 |
brzn
![]() |
5. ne xweş e. bi hezaran fonksîyon di yek per de ye. |
|
03.06.2021 19:05 ~19:06 |
heval.js
![]() |
6. geroka ku bi taybetmendiyên xwe yên nû derdikeve pêş. versîyona 4.0 wê îro bê weşandin ku tê de amûrên weke ajanda, werger, xwînera rss û e-mail dihewîne. tenê bi pêlêkirinekê mirov wê karibe bigihije maîlên xwe. |
|
09.06.2021 11:11 ~11:12 |
hueyn
![]() |
7. Êdî bi Kurdî ye; |
|
15.08.2021 01:54 |
kajav
![]() |
8. geroka ku bûye kurdî lê tenê ji bo sermasê. vebijerka kurdî teqez divê di versîyonên mobîl de jî hebe. |
|
15.08.2021 02:26 |
hueyn
![]() |
9. Guhertoya sermaseyê û navrûya zimanê malpera vivaldiyê bi kurdî ye. Here lînkê pêvajoya wergerandina guhertoyên telefonên android û helbet tablet jî mehan berê hatiye temamkirin lê belê ji ber ku kurdî ne di nav zimanên androidê de ye, weşandina wan dê hinekê dem bixwe. lê xem nexwin, ew ê werin weşandin: heta wê demê bi ya sermaseyê xwe li geroka kurdî bielimînin* |
|
15.08.2021 10:45 ~10:54 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. geroka ku min jî dixwest jê re wergerê bikim lê neqeda mixabin. yên keda wan lê heye, dest û milên wan sax be. karekî pir pîroz e. ser xêrê be. |
|
15.08.2021 18:31 |
xelîl
![]() |
11. Wê di 2/12 de gohertoya 5.0 were weşandin, hêvî dikim di vê yekê de kurdî têxin android (bnr: nema tê). |
|
30.11.2021 13:57 |
cyaxares
![]() |
12. guhertoya wê ya sermaseyê kurdî ye û ya androidê jî li benda weşanê ye. lê hîn ne eşkere ye ka wê kengî bê belavkirin. Here lînkê |
|
01.05.2022 14:03 ~2022.05.02 09:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk [1] |
![]() |
biwêj [1] |
![]() |
kadiz [5] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |