Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
roja betlane - tirşik
roja betlane
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew roja ku mirov bêhna xwe di berdê, di kar de naxebite.

roja ku ji bo karmende bi piraniya cîhanê şemî û yekşemê ye.
ji bo kesên karker tevlîhev e.

vêce havînî dema ez dixebitîm, roja yekşemê betlaneya min bû, ez wê rojê jî diçûm ba xwişka xwe, bi xwarzêkê xwe re roj derbas dikir, lê hema bêjê nîviyê rojê betlaneya teqez tiştek dihat serê min, ne ewqasî xerap bûn lê ger ez li kar xebitîba ewqasî nediwestiyam.

îro jî roja min ya betlanê bû ku min got ka ez ji xwe re fîlmêkî temaşe bikim, min fîlmekî ji qenala tirşikê ya fîlma daxist, bi navê stalker. stalker/134264
qurçikê min reş bû, min bi nîvî hişt û dev jê berde, piştre min got ka ez beşa îşev ya dawî temaşe bikim, ew jî bi zorê temaşe kir û tu tehm jê nesitand.

bi kurt û kurmancî, lehnet lê be bavê min



31.05.2021 19:19 ~19:20 | merwano

2. Roja ku weke navê wê mirov dibetile û ji hal dikeve. Heke di wê rojê de bav jî li mal be, dibe westane. Yanê li gor tecrûba heya ji dest mirov hat divê mirov xwe neke mexdûrê vê roja derewîn.



01.06.2021 00:10 | tîrêj zana 21

3. Sernivîsa ko pirtûka george orwell a bi navê Li Parîs û London ê hejartî (bnr: down and out in paris and london) anîye bîra min.
Nivîskar li vê pirtûkê qala serpêhatîyên xwe ên feqîrtîyê piştî şera cîhanê a 2 yemîn dike. Di wan rojan de li Parîsê xwaringehekê de karê garsontîyê dike lê hengî şixûl giran e, feqîro li ber xwe nabîni û hevkarê wî jî wek wî ne. Heftê 6 rojan serqet dixebitin lê roja yekşemê betlana wan e. Îca xwelîlisera, di wê rojê de diçin bara û heta sibeha wek dinya nedîta hengî araqê vedixwin, her ko hefteyek nûh dest pê dike, bi êşa serê xwe û bi laşek jihevketî pêşvazîya wê dikin.



01.06.2021 00:26 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja kadikan
» betlane

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî