1. stranbêjeke kurd e lê bi stranên tirkî ku pirraniya wan ji stranên kurdî wergirtiye nav daye. li diyarbekirê xwudê daye di ciwaniya xwe de mûeziniya mizgefta mezin kiriye û di civat û dîwanan de stran gotiye, nav û dengê wî çûye heta mistefa kemal ku wan çaxan -salên 1916 an 1917an- li diyarbekirê wek serbaz kar dike û li koşka saman bi navê xwe yê îro gazi köşkü dimîne, kêfa mistefa kemal gelekî jê re tê navê şark bülbülü (bilbilê rojhilatê) lê dike û dema qanûna paşnavan derdikeve paşnavê güzelses didinê. li gorî gotinên mûzîsyenekî bi navê hüsnü ipekçi ku nêzikî 10 salan bi hev re di dîwanan de stran gotine û çûne aheng û şahiyan, ew û hesen cizîrî hevalên hev ên baş bûne û tim ji hev re name şandine, dîsa tê gotin hesen cizîrî jê re gotiye tu tim stranên kurdî dikî tirkî û dibêjî ka straneke tirkî bide min ez ê bikim kurdî û bêjim ew jî strana batan gün kana benziyor (roja diçe ava dimîne xwîne) didiyê û hesen cizîrî jî vê stranê dike kurdî lê bi ser ve nebûm ka kîjan stran e. dîsa li gorÎ şeyhmus diken dibêje hesen cizîrî demekî tê diyarbekir, serdana wî, herdu li mala abdülkadir cizrelioğlu ku wê demê şaredarê diyarbekirê ye û bi xwe jî bi eslê xwe cizîrî ye dibin mêvan, nêzikê çar rojan bi hev re dimînin û tim stranên kurdî û tirkî dibêjin, şeyhmus diken dibêje selîqe anku plaqên ku di nav wan çar rojan de hatine dagirtin li binxetê bi zêran dihatin kirrîn û firotin. lê mixabin li ser înternetê bi ser şopa van selîqeyan ve jî nebûm. |
|
02.06.2021 13:22 |
endazer
|
2. stanbêjê favorî yê bavê min bû. zaroktiya min bi mişt stranên wî dagirtî ne, bavê min hemî stranên wî yên ku qeyda wan gêhiştiye heya îroj, jiber ve dizanibû û her carê distirîya. |
|
02.06.2021 15:38 ~15:42 |
ferhenga şikestî
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |