Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
bear grylls - tirşik
bear grylls
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çêkerê bernameyên tv'yê ye. bi xwarina tiştên pîs weke kûrm, kêzik, dûpişk hwd. navdar e ku bi ya min tekane sedema ku evqasî hatiye nasîn ev e.



05.06.2021 21:51 | hueyn

2. Gelemperî bernameyê taktîkê ku bo rewşê dijwar de jiyana xwe ji dest nede çêdike. wek tu li çolekê bimînî bi tenê tê çawa xwe biparêzî, xwarin ji bo xwe peyda bikî û hwd. Lê tiştê ku dike dilê mirova jê dixele, tu dibêjî kaka ez bimrim baştir e ji wê kirinê. Carekê beqeke zindî kire devê xwe serê wî jê kir û xwar:(



05.06.2021 22:03 | navîgiranmezelîwêran

3. dibe ku gelek kes wek diya min dilê xwe jê bixelênin *
lê di rastiyê de dema mirov dikevê tengasiyê de, neçar dimîne ku kelaşê mirovan jî bixwe, ger hûn ji canê xwe hez bikin....

(bnr: alive)
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe/122399



05.06.2021 23:25 ~23:27 | merwano

4. Leşkerek artêşa îngîlîstanê ye. Ji hêzên taybet yên îngîlîstanê emekdar bûye. Bi bernameya xwe ya " bi bear grylls re mirov li hember xwezayê" hatiye naskirin. Di her bernameyê de bi helîkopterê an bi wesayîtekî diçe derekî gerdûnê yê ku şaristanî lê tune û hewl dide bi tena serê xwe û bi kêrekî li jiyanê bimîne û xwe ji wî cihê kambax rizgar bike. Xwe rizgar dike jî.

Di nava bernameyê de tevgerên xwe digel ravekirinê dike. Car caran şîretan jî li bîneran dike. Taktîkên ku ji hêzên taybet yê keyaniya yekbûyî fêr bûye li qadê bikar tîne. Gelek bi avê zane û li hemû cûre avan de kare soberiyê bike. Bi dehan cûrê girêkan zane.gelek cûreyên agirpêxistinê zane. Li ser ajal û nebatan xwedî zanînên girîng e. Heya kîjan cûre beq bi jehrî ye û kîjan paqij e, ji rengê wan dinase. Ji aliyê tendurustiyê xwedî zanînek bingehîn e. Li hember bûyerên cîyawaz yên ku li qadê derdikevin pêşiya wî, bersiv û çareyên jîrekî û hêsan dibîne û çareser dike.

Gelemperî li cihên ekstremûm ji neçarî ajalên virçoqî û dilê mirov ji wan li hev dikeve dixwe. Beq, gumgumok, kulî, morî, ajalên mirî, jîjo, kevjingal, mar, tîmseh hama heçî afirîndeyê bi dest wî bikeve bêyî ku li cûreya wê binehêre, li ber çavê wî proteîn, çewr û karbonhîdrat dixuye. Carekî lê şahid bûm ku li çoleke fire û zuha ji tîna mîza xwe jî vexwar. Carekî jî tîmsehek nesla wê li ber qedandinê zevt kiribû û xwaribû. Ji loma ceza lê hatibû birîn.



05.06.2021 23:45 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bear grylls

Kategoriyên mijarê:: tv tv tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî