1. derzîyên ku piştê corona vîrûs derketinê holê dinyayê belabûne. |
|
16.06.2021 10:44 ~10:45 |
doesntmatter
![]() |
2. Derziya ku min ya sinovacê meha rêbendan û sibatê de wekî du dozan li xwe xistin dabû. Qansî ku bi nexweşên covidê re mijûl bûm û çend caran temasa min jî bi wan re çêbû ne berî derziyê ne jî Piştî wê bi covidê neketim. Piştî derziyê jî ji xeynî êşa piyê min tiştek tunebû ew jî tiştekî normal e Û çend rojan de derbas bû çû. Çend hevalên min ên derziya sinovacê li xwe xistin dabû bi covidê ketin lê bê semptom derbas kirin tu zirar nedîtin. |
|
16.06.2021 22:00 |
biaqila malê
![]() |
3. vaksîna bê kêr e. fehm nakim bê ev meraq û eşqa vaksinê ji kû tê. heke ku ev nexweşî du salan de bi we neketibe ji niha pê de jî nakeve. |
|
16.06.2021 22:30 |
hueyn
![]() |
4. Hefteyeke berê min jî derziya biontechê wê li xwe xist. Min nexweşiyê derbas kir lê 6-7 meh di ser re bihurîn. Ez bêm semptomên wê: bi şev milê min êşiya, ji ber êşê milê xwe şiyar bûm. Min nikaribû li ser milê derzî kirî razên. Roja din hinekî bêhal ketim, çogên min bêqawet man. Hesteke ecêb di nava min de peyda bû lê zêde ez aciz nekirim. |
|
16.06.2021 23:28 |
xabûrî
![]() |
5. Dîya min jî berî aniha 4 mehan, 2 doza li xwe xistibû ger ne şaş bim, a wê sinovac bû. Mixabin, piştî vaksînê ew jî pê ket û dûra ê malê hemû pê ketin. Lê me zêde giran derbas nekir. Hundirê 10-15 rojan em hatin li ser xwe. |
|
16.06.2021 23:39 |
pîroz
![]() |
6. (bnr: şerenqeya covid-19ê) |
|
17.06.2021 23:23 |
berbest
![]() |
7. peyva ku bi ya min birkaranîna wekî şerenqe çêtir e ji ya derziyê. |
|
17.06.2021 23:28 |
berbest
![]() |
8. îro derzîya sinovacê bûm, vê demê êş an jî tiştekî dinê tûne. ser xêrê |
|
23.06.2021 14:06 |
doesntmatter
![]() |
9. şevê din min dê û bavê xwe bir me derziya biontech li xwe da. ew li me dan ya rasti. me jî li wa da. me şerr kir welhasil em hatin. çi pirsgirêk tune, milê me hinek dieşe pora me hinek zer bûye çavê me şîn dibe. ca min dibêje ez ê bîra çêbikim. bavêm dibêje ez bo şîvê berazek nekelek bênim em ji xwe re bikelînin bixwin. baş e yanî. dankeschön biontech |
|
24.06.2021 11:41 |
xwelî li ser
![]() |
10. Îro, li binkeya tendûristîyê min a biontech, dosa pêşî li xwe xist. Dibêjim qey ev derzî şeş heb şeş heb tê ji ber vê heta hejmara xelkê negihê şeşê, vaksînê ji pakêtê dernaxînin. |
|
29.06.2021 15:32 ~15:36 |
pîroz
![]() |
11. Min jî îro biontech li xwe da, heya niha êş tune, jixwe dema lê da min zêde hîs jî nekir. |
|
29.06.2021 17:40 ~17:49 |
merwano
![]() |
12. xûya dike ku ji bo daxistina hijmara miriyan pewist e. min li rewşa du welatên ku rêjeya derzîkirinê zêdeye nihêrî. (bnr: îspanya), (bnr: brîtanya) |
|
15.07.2021 05:42 |
cinorek
![]() |
13. Mi vizêr seba doza diyîn nêweşxaneya mêrdîn ra randevû girote. Derzîna verên de polê mi rojî mîyan de tay deja. Sewbîna tesîro xirab ganê mi ser o nêqewimîya. |
|
10.08.2021 12:27 ~12:28 |
kajav
![]() |
14. Di derheqê vê derzîyê de gelek agahîyên spekulatîf hene. Min ya biontechê di paran li ewe xist. Ti pirsgirêk derneket. Li xwe xin, ne tirsin. |
|
10.08.2021 23:16 |
fermano
![]() |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |