Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 81 peyam
şerê emu - tirşik
şerê emu
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an jî bi îngilîzî emu war/ great emu war.
şerê ku di sala 1932an de li awustralyayê di navbera mirov û emuyan de qewimiye.
tişta balkêş emu, cureyeke balîndeya ye *
dema min nû bihîst min got qey henek e, lê dîrok bixwe ye.

lê ka ev şer ji bo çi dest pê kiribû em werin ser mijara xwe, pîştî şerê cîhanê yê yekemîn, leşkerê ku ji şer sax filîtîn, dîsa vegeriyan axa bav û kalên xwe(!) *, dewlet bi piranî li rojavayê awustralya erd li wan belav kir.
di sala 1929 de great depression/buhrana mezin qewimî û cotkar ketine tengasiye ji ber ku buhaya dexlê û hwd. pir ket, cotkara nexwest ku dexla xwe erzan bifroşin, ji ber vê yekê hê neçinîbûn. hê ev pirsgirêk çareser nebûbûn ku emuyên ku ji bo hêkan bikin, koçî peravên rojava dibûn di rê de dîtin ku erd ji zêviyan diberikin * heta ku tu be bes e, ketine ser zeviyan, piştre kîvroşk jî tişta mayî talan kirin û cotkar jî pê girtin. cotkarên ku berî niha leşkerî dikirin.... *

cotkar li ser vê bobelatê li hev kom bûn, û çend kes şiyandin bi ser wezîr, û gotin hal û mesele ev e.
pîştî vê yekê leşker xwe berda qada şer(bnr: campion district) û derhênerekî jî tênin ji bo vê serfîraziya xwe ya bêhemba nîşan bidin *
bi tifingê makîneyî/machine guna dest bi şer dikin, lê encam ne wek ku me texmîn dikir derket.
di erîşa ewil de tenê yek emu mir û çend jî bîrandar ji destê wan filitîbûn.
pîştî vê yekê dîtin ku cepxaneya wan li boşê çû, stratejîya xwe diguherin û bi taktîkê gerîlla dîsa xwe di berdin qada şer, vê carê jî 20 heb bêhtir tê kuştin. lê hê kêfa xwe nekiribûn ku rêzîlbûna wan di medyayê de zêde hat nîqaş kirin û nirxandin, leşker divekişin.

piştre dewlet ji bo her kuştina emuyekê kampanyayê dide dest pê kirin û pere bi mirova şêrîn tê û wek ku hûn jî texmîn dikin, bi nêçîra populasyona emuya pir ket, û cotkar gihiştin mirazê xwe lê emuyê me têk çûn...

Here lînkê




18.06.2021 22:12 ~2021.06.19 08:01 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerê navxweyî yê amerîkayê
» emu

Kategoriyên mijarê:: cihuwar jiyan nebat ajal cihuwar jiyan nebat ajal cihuwar jiyan nebat ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî