Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sepana tirşikê ji bo telefonên jîr - tirşik
sepana tirşikê ji bo telefonên jîr
(8) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. sepana kû ez (û ez bawer dikim ku nivîskarên din jî) li bendê ne, bi teybetî li ser ios.

malmîrato divê ez herime şîvê lê ez nikarim ji ferhengê bi veqetim, ez bi rasta wesiyeta qazî mihemed ya ji bo gelê kurd hatim û heta min xelas kir ez ji nêza ketim li vir.



06.10.2013 20:41 | saladin

2. ku hebûya wê baş bûya.

aniha ji bo vê yekê xebatek tune lê wê di nava çend mehan de versiyona tirşikê ya ji bo cîhazên mobîl were amadekirin. yanê wê şûna vê sepanê bigire.

vêga telefonên bêrikan de karanîna tirşikê bi rastî jî zehmet e. rast e.



06.10.2013 20:43 | simurg56

3. kêmasiyeke mezin e.. divê roj berî rojê were safîkirin.. ji ber ku êdî kombers hêdî hêdî şûn û şopa xwe ji telefonên aqilmend re dihêlin û diçin.. divê versiyonek kêrhatî ya tirşikê ji bo van telefonan jî were çêkirin..



06.10.2013 21:18 | endazer

4. me go merheba?



min dil heye ku sepanekê ji tirşikvanan re amade bikim ango binivîsim. ji bo vê yekê alîkarî, motîvasyon û bawerî lazim e.

ez hê ji bo destpêkirina wê ne amade me lewra hê ez zêde bi pêş neketime lê ez ji xwe bawer im ku ez ê çêkim û bidim ber destê we tirşikvanan *



12.01.2015 22:05 | mergehez

5. ya ku piştî tirşik derbasî sîstema nû bû wek berê ne lazim e lê dîsa jî ger hebe wê gelek baş e.

ger mergehezo nançû bikare tiştekî wisa bike wê popularîteya xwe ya di tirşikê de derxîne asta herî bilind *



13.01.2015 00:17 | brusk56

6. çend roj berê di civatekî de mijar hat ser tirşikê, yekî pirsî sepana tirşikê ji bo smartfonan heye gelo?, kenê min hat, min di dilê xwe de got heta me versîyoneka mobîl jê re li hev anî mala me çû mîratê, îcar jî dora sepanê ye?.. xeyalek e hêvî dikim pêk were, bibe rastî




7. hê jî tune ye *



30.06.2015 17:59 | xendekî

8. Mijara mayinde ya tirşikê ya dem û dem dibe rojev. Hê wext pêwîst e ji bo derketina wê, bila raya giştî tam amade bibe. Li bendê bin.



01.07.2015 16:20 | azadixwaz

9. Di peyama dawîn de hatiye gotin ku di rê de ye. Heke ku ji hinekan re hatibe gotin, bila ji min re bê gotin da ez belasebeb nekevim telaşê.

Kes nehatibe dîtin ez ê bi silametî van rojan dest pê bikim. Tabî ji ber ku înternet li mala me tune ye ez ê zehmetiyeke mezin bikişînim. Her tişt ji bo tirşikê ye*



03.07.2015 02:18 | mergehez

10. sepana ku hê jî ji aliyê tu kesî ve dest bi amadekirinê nabûye. yê ku dixwaze çêke, bi dilekî rehet dikare dest bi karê xwe bike.

(bnr: quwet be)



03.07.2015 11:05 | brusk56

11. hêvî dide mirov. em bi hesret li benda versiyona alfa ne.



29.07.2015 22:49 | simurg56

12. (bnr: waow!)

(bnr: super e)



29.07.2015 23:59 | brusk56

13. Hêviya pêşeroja kurdan e. *



30.07.2015 00:07 | azadixwaz

14. sepana ku divê bisebir bê çêkirin, qene tişteke xweşik û kêrhatî/berketî jê derkeve; jixwe ecela me jî nîn e, ev sê sal e em sekinîne, em dikarin salek din jî bisekinin heyra.



30.07.2015 02:02 | xendekî

15. sepana edî mergehezo nançû wê wekî simurg56 xwe pê qurre bike ewê here were wê bêje sîstema sepana nû ya tirşikê...

niha ger wekî sepana opera mobilê nebe jî ev tekoşîna mergehezo nançû hêjayî hertiştîye destê wî sax û em dîsa dibên serkeftin.





not: ez qisqanmîş nabim.



30.07.2015 11:14 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sepana radyoya tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» telefonên ehmeq
» jîroskop

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî