Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 85 peyam
hewlêriha - tirşik
hewlêriha
(25) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. tirşikvanek nû ye û dûh qeyd bûye

(bnr: ser xêrê be)



23.06.2021 11:16 | heval.js

2. Çomezê ku bi soranî dinivîse, û bi tîpên latînî.
Bi qasî min fêhm kir, rast jî dinivîse.

Bi xêr hatiye *



23.06.2021 12:07 | merwano

3. bi xêr hatîye



23.06.2021 13:38 | doesntmatter

4. Tirşikvanê di navê xwe de riha jî bikaraniye. Bawer nakim ji başûr be. Rihayiyeke/î soranîzan e. Ez texmîn dikim kî ye jî lê nabêjim.



23.06.2021 14:39 | xabûrî

5. gelo kani bihaya alavan bi me re parve bike mîna trampêl û ipada.



24.06.2021 22:54 ~22:54 | shwinsherm

6. Bi xêr hatiye li ser seran û ser çavan hatiye. Çawa min dît ku nivîskarekî nû bi zaravayê soranî bi elîfbeta latînî dinivîse ji kêfa min bask bi xwe xistin û firîyam.
Min jê hêvî û rîca ye, bila mayînde bît û her li vir binivîsît.
Ji bela ku metnên soranî bi elîfbeta aramî ye em bi hev germ nebûne û têkiliya me her qut bûye. aniha ez bawer im bi saya wî emê baştir karibin ji soranî fêm bikin.

Bi şeref Ahmedê Xanî ji gorê rabûya û bihata bibûya nivîskarê tirşikê min e hew kêf bikira.
Careke dî bi xêr hatiye.
De kerem ke gyanekam *



24.06.2021 23:04 ~23:06 | ferhenga şikestî

7. Tirşikvanê ku êdî ez wek navê xwe dizanim ji bakur e * dibêje qey yên hemberî wî/wê wek wî/wê zarok in. Kurmancên başûr ewqasî xweş bi alfabeya latînî nanivîsin îja ew ê soranek alfabeya Mîr Celadet Bedirxan ewqasî xweş bikar bîne? Berdeeee.



24.06.2021 23:15 | xabûrî

8. dîsan spasit ekem be taybetî boto kakey min giyan bo bexêrhatineket (ferhenga şikestî) bellê minîş lay xom hevalanim lêre le başûr latînyan fêr ekem û waneyan pê dedem eger bixwazin takû bitwanin nusînî kurdî nas biken ziyatir gelek kes fêr bûwe be latînî û dezanê bellam ew e kêşey perwerdey hikumet e ke be latînî kar nake û girîngî pê nade mixabin bellam min herdem wek fêrkarek heme û dexwazim wa bikem ke gelî kurd be alfabeyêkî Yekgirtû kar bike le yek têbige û ez dikarim wisa jî biaxivim lê piçek rexneyên min hene li vir ku gelekî zêde hûr bûne li ser eve soran e eve kurmanc e dixwazim wîya sererast bikim ku hîç kurdek soran û Kurmanc tune ye kurd tenê kurd e tu lê dinêrî gelên din jî çend zaravayên wan hene lê qet wisa wek me kurda hûr nebûne li ser zaravayên xwe û zarave jî nabe bi pênaseya kurdek , kurd her kurd e nabe wisa bête gotin kurdek soran kurdek Kurmanc ez dibêjim ji bilî vî tiştî em wisa bikar bînin kurdek ku dikare bi kurmanciya jorîn yan jêrîn qise bike ewqasî bese wekindin yekbûyîna me kêmtir dike ji bo hevalê dibêje ne ji başûr e wele canê min ez nizanim çi bi te bêjim bawer nakî ê meke qurban ez ji Hewlêrê me de were Hewlêrê de bila ez xizmet bikim birayê te li vir e * eger derdora te jî nizanibin Latînî yan kurdî ma mirov nikare bi xwe hewil bide û hîn bibe ma mêjiyê me tine? dîsa xoşhal im be nasînî êwe



25.06.2021 12:50 | hewlêriha

9. bawer dikim yekemîn tirşikvanê soranî-nivîs e. bi xêr hatîye. ez jî gelek keyfxweş bûm bi hatina wî/wê. eger xîret bike em dikarin bi alîkarîya wî/wê, soranî jî li tirşikê zêde bikin. (bi latînî jî, bi tîpên erebî jî) belkî em bikarin xwe bigihînin gelê başûr.



28.06.2021 20:12 | simurg56

10. Xêr ameyo. Hîna xortek ter û teze yo. Kurmancî zî weş bonder bîyo. Çimê mi no. Hêvî kena dormarê xo û embazanê xo rê behsê tirsik.net keno.



28.06.2021 21:46 | kajav

11. Tirşikvanê ez lêborîna xwe jê dixwazim ji ber ku min jê bawer nekiribû. Îro min bawer kir ku ew ji Hewlêrê ye. Li ser ser û li ser çavan hatiye. Hêvî dikim her berdewam be û tirşikê li başûr belav bike.



28.06.2021 21:52 | xabûrî

12. kekê can simurg56 gelek spas dikim di nav xêrê de bin hêja erê min jî pir dixwestim bi te bêjim ku di nav mêjiyê min de tiştekî wisa heye ku kurmanciya jêrîn /soranî jî bête zêde kirin jixwe ez bo salek jî wane didam ya soranî bo kurmancî gelek dixwazim bibim alîkar ku tirşik zêdetir dewlemendtir be ji aliyê zaravayên de û ez amade me bo alîkarî jî spas dikim eger derfetek wisa çê bikin ku ez xizmeta zimanê kurdî bikim her şitek bo zimanî şîrîn! û min ziyatir dillxoştirim be hebûnî êwe birakey min .



28.06.2021 22:04 ~22:05 | hewlêriha

13. kakey giyanî min xabûr can spas bo to hawrrêy xoşewîst na keko can wele tiştên wisa dibe normal e lê xweş bû, me axaftinek xweş kir û serûçavên te neêşin bi hêviya xwedê em ê berdewam bikin û xizmet jî bikin bo ziman hûn her hebin.



28.06.2021 22:12 | hewlêriha

14. spas kena kaka kajav can di nav xêrê de bî hêja tu her hebî min ji te xoş fêm kir ;) kirdkî zaf xoş e bijî zimanê kurdî *



28.06.2021 22:47 | hewlêriha

15. (bnr: tirşik forum)



28.06.2021 22:50 | heval.js

16. nivîskarê tirşikê yê ku di vê wergera soranî ya tirşikê/137527 peyama xwe de xwastiya wergera tirşika ya soranî bike. gelek başe û ji serî de bixêr hatiye. ger dê bi rastî jî wergerê bike textên tirşikê bi simurg56 re hene û kare ji bo wî bi maîlê rê bike. da ku ew jî wergerê wan bike. ji bo pelên tirşikê peyamekî ji simurg re bişîne wê li te vegere.



30.10.2021 20:24 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewlêriha

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî