1. sûrprîzek xweşik û kêrhatî ye. ji bo ku sûrprîza me baştir kêr were, ji min re .pdf'a pirtûkên kurdî lazim in. jixwe di tirşik-danegehê de gelek jê hene, lê eger di destê we de yên orjînal hebin, li benda wan im. |
|
28.06.2021 20:23 ~20:41 |
simurg56
|
2. min kir û nekir tu tişt nehat bîra min. ka gelo dê navrûya danegehê xweştir bike û bike mîna Here lînkê heke wiha be wê pir pir xweş be lê sêrbazê tirşikê gotiye ka yên orîjînal... pirtukênkorsan.net? |
|
29.06.2021 20:11 |
biruya hayao miyazaki
|
3. (bnr: simurg56 me bişîne ewropayê) cîh ne girînge hema me rojhelata navîn xelas bike |
|
29.06.2021 21:42 |
doesntmatter
|
4. çend texmînên min hene: |
|
30.06.2021 07:06 |
cinorek
|
5. sûrprîza ku gerek îro bibîya. |
|
18.07.2021 23:39 |
heval.js
|
6. mixabin wê bimîne roja 19ê, ji bo başkirina wê min rêbazek nû dît û îro gelek li ser xebitîm lê negiha îro. |
|
18.07.2021 23:52 |
simurg56
|
7. sûrprîza ku niha di weşanê de ye: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de! bi saya vê sîstemê, em bi hêsanî dikarin ji bo her peyvekî kurdî, rasterast ji wêjeya kurdî, mînakên bikaranîna peyvê, peyda bikin. aniha tenê nivîskarên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin vê menûyê bibînin. nivîskarên 100 peyam nivîsandî, dikarin sîstemê bi kar bînin û ji bo peyvan hevokên mînak yên guncaw lê zêde bikin. bi vî awayî wê her bikarhênerê turkcekurtcesozluk.comê bikare van hevokan bibîne. heta niha me ji 45 pirtûkên kurdî, 94.100 hevokan li danegeha xwe zêde kirine. sîstem di nava van hevokan de lêgerînê dike. lîsteya pirtûkan li jêr e û wê her zêde bibe. ev sîstem bê gavê ji bo beşa ferhengan e lê belê di pêşerojê de dibe ku em bi rêbazên dîtir jî bi kar bînin. em ê di pêşerojê de qutîya lêgerînê, di ciheke mûstaqîl de jî bi cî bikin, da ku dema di derbarê karanîna peyv, biwêj û hwd. de nîqaşek çêbe, em bikarin ji nivîskarên wêjeya kurdî alîkarî bistînin. her wiha, di rojên pêş de em ê qutîya lêgerînê her wiha di binê rûpela peyvan de jî bi cî bikin. lîsteya pirtûkan: Labîrenta Cînan Hesenê METÊ Biyanî Albert CAMUS Çiyayê Agirî Yaşar KEMAL Mijabad Jan DOST Siya Evînê Mehmet UZUN Mişk û Mirov John STEINBECK Reş û Spî Îbrahîm Seydo AYDOGAN Şevên Spî Dostoyevskî Smîrnoff Hesenê METÊ 30 Çîroken Bijare Husein MUHAMMED Balûlka Şekirê Hesen SILÊVANEYÎ Bandora Edebiyatê Lokman POLAT Başûrê Kurdistanê Hesenê METÊ Berê Gotin hebû Mustafa AYDOGAN Compûtera ber dilê min Mahmûd LEWENDÎ Moa û Pelle - Çîrokeke Evînî Kerstin Johansson i BACKE dara gozê Serdar ROJAN derdê gel D. Îsmaîl HESSAF Dê Û Dêmarî Egîdê XUDO Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan Rohat Evîn û Şewat Sidqiyê HIRORÎ Gardiyan Bûbê ESER Girtî Firat CEWERÎ Gopalê Sor Meşal TEMO Gulbijêrek ji Çîrokên Gelêrî Metîn KEWÊ Hêsîr û Baran Bavê NAZÊ Kadîna Mişkan Zeynelabidîn ZINAR Kahraman Axayê Rikoyî Jules VERNE Keça Kurd Zengê Cemşîd BENDER Kevoka Spî Firat CEWERÎ Kurdên Haymanayê Georges PERROT Kurê Zinarê Serbilind Sidqiyê HIRORÎ Mîrzayê Biçûk Antoine de Saînt-Exupery Ordîya Mêşên Hunguv Bekîr YILDIZ Pêşmerge Rehîmê QAZÎ Qaqlîbaz Richard BACH Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd Abdulah OCALAN Serkomare Kurdistanê li Ber Dadgeha Îranê Bedredîn SALIH Serok û Sokrates Huseyîn KARTAL Sê Şev û Sê Roj Laleş QASO Sorê Gulê Silêman DEMIR Şevên Zengîn Newafê GEDO Şopên Geş Şivan KAVÊ, Aynûr AMED, Doğan XEZNA Xalê Min Ferîd Paşa UZUN Xezal Sîma SEMEND |
|
19.07.2021 23:05 ~23:06 |
simurg56
|
8. Xebatek baş e. |
|
21.07.2021 05:13 |
cinorek
|
9. hejmara pirtûkên barkirî yên îro bi tenê 45 bin jî, xebata dîjîtalkirin a lîteratûra kurdî ye û ji ber ku mirov dikare lêgerîna peyvan di vê arşîvê de bike, xebateke pir hêja ye. |
|
21.07.2021 14:29 ~2021.07.22 11:36 |
mirovekirind
|
10. taybetiyeke pir xweş e lê belê min xwe kuşt jî li navrûyê xuya nebû. |
|
22.07.2021 20:54 |
biruya hayao miyazaki
|
11. surprîzek xweş e lê bila dilê we nemîne dixwazim tiştekî bêjim. hezar kêmaniyên tirşikê henin çima xebatan li ser van kêmaniyan nakin û Hey tiştên wekîdin lê zêde dikin. |
|
23.07.2021 12:18 |
giyanstêr
|
12. xizmeta ku biruya hayao miyazaki ragihand ku cem wî venabe. li cem kesên din çawa ye nizanim. min guhertinek lê çêkir, ji kerema xwe re herkes dikare rewşa xwe ragihîne? |
|
25.07.2021 07:46 |
simurg56
|
13. silav, destxweş be, bi rastî pirr baş bûye û ne jî hêsanbûye ez bawer im. |
|
31.07.2021 21:10 ~21:19 |
brzn
|
14. agahî: @brzn, di eslê xwe de ew ne xeletî ye. eger te vîdeo temaşe kiribe, tu wê hêsantir fêhm bikî. armanca wê taybetîyê ew e ku mirov bikare herf merfên peyvê biguhere û bi vî awayî bikare li varyasyonên wê peyvê jî bigere. |
|
01.08.2021 07:51 |
simurg56
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |