Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
redmi 9t - tirşik
redmi 9t
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê merwano bû, lê belasebep kezaba xwe reş kiriye. dermanê derdê wî jixwe di tirşikê de hebû: (bnr: xiaomi mi 9t)



28.06.2021 20:29 | simurg56

2. Xwedê jê razî hingî xiaomi modela derdixê, di alfabê tîp nehiştine *
Li jor simurg56 gotiye redmi 9t û xiaomi mi 9t heman tişt in. Lê ezbenî, tişta rastî ne wek ku tu dizanî. Redmi 9t nû îsal derket lê mi 9t di sala 2019 de derket û hwd.

Wek hûn dizanin sê cureyên xiaomi hene:
Mi, redmi û Poco.

Nehta min heye ku sibe redmi 9t bikirim.
Xwedê min poşman neke *
Here lînkê



28.06.2021 21:49 ~21:55 | merwano

3. telefona ku ev tam 5 meh û 8 roja bi kar tînim.
dema min kirîbû nirxa wê bi 1600 bû. aniha bi dor 2h tê firotin.
heya niha tenê kêfa min ji kamêraya wê re nehatiye. telefona min ya berê ku min bi kar dianî xiaomi mi 5 kameraya wê ji vê çêtir bû, lê ew seriya mi bû, ev redmiye.
herdû ji aliyê xioami ve derketine lê xioami alavên erzan di modelên redmi û poco de bi kar tîne.

şarja wê têra xwe rojekê îdare dike, loma 6h e *
ji aliyê hafizê ve 128 gb, heya niha encex 30 gb tişe bûye.
wek piraniya xiaomiyan di vê de jî kûmanda heye ku taybetmendiya herî jê hez dikim ev e.
diçim kû derê teqez bi kêrî min tê.

go xwedê bê erê ez ê hê bi salan vê telefonê bi kar bînim. di vê rewşa aborî de mirov nikare telefona jî bikire...



16.12.2021 20:31 ~20:31 | merwano

4. Serê vê havînê updateke wê hatibû min jî update kir lê telefon hat girtin. Diçû û dihat ser ekrana ku berî formatê bavêjine, nêse hinekî pêleyistim, min g* lê kir* hemû daneyên telefonê jêbirin. Herêm dawî min bir ba telefonvan, ji ber3 ku qeçax bû divê min update nekiribûya( di hin modelên xiaomi yê de divê update newê kirin) û ji ber ku min daneyên wê jêbiribû imeii'la wê jî çûbû. Nêse telefon çêkir, da dest min ez bi kêf û eşq diçûm. Paşê min ferq kir, dema li mûzîk, vîdeo ve dikim, ewil dest pê dike 2-3 sn. Lê dixe paşê disekine û ji serî dest pê dike. Nêse çûm ba mêrik, ji min re dibêje ne sûcê min e filan, min got ka dîse tiştên ku te li serê ceriband dubare bike fln. Ser bextî wî be wisa kiribû lê dîsa çarese nebû.

Min meheke filan wilo pê îdare kir, herî dawî li înternetê min dît, belengazekî wek min eynî pirsgirêk hatibû serê wî jî, li gorî gotina wî google asîstan ev pirsgirêk derdixist holê û divê bihatiba girtin. Min girt lê ji bo demeke kurt bi kêr3 dihat, min bi vê jî 2-3 heftiyan îdare kir. Herî dawî rojekê hat bîra min min got: ka ez updaten Google asistan rakim, min rakir û çareser bû *
Wek Arşîmedê ku li sûka atînayê ku bi dîtina hêza rakirina avê ji eşqa çîptazî lotik diavêtin, ez jî ewqasî kêfxweş bûm.



04.11.2022 22:33 | merwano

5. Heta niha di nav modelên telefonên min bikar anîye ya herî xerab e, hêvî dikim di demek herî nêzîk de hilberîna vê modelê bê rawestandin, wî awayî pêş texmîn dikim ku hatiye rawestandin. Hertim diqerise û çewtiyê dide û xwe bi xwe tê girtin û na vebe. Nexasim di sepana înstagramê de diqerise heta ku mirov bi temamî negire û ji nû ve nede destpêkirin bi wî awayî dimîne. Pêşniyara min ew ku vê modelê bikar neyînin, tenê di telefona min de ev pirsgirêk çênebû min ji gelek kesên ji bilî xwe jî bihîst heman pirsgirêk di ya wan da jî heye.



06.11.2022 01:21 | bayê xerbî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» redmi 9t

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî