Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
çima kurdînûs di qada tirkî de nexuyane? - tirşik
çima kurdînûs di qada tirkî de nexuyane?
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirsa ku ez bersiva wê meraq dikim.

Ma gelo yek ji we jî naçe stranên Tirkî guhdarî nake? Yan vîdeoyên wan temaşe nake? Yan ji malperên dan û stendinê tiştekî nakirre û paşê wî tiştî nanirxîne? Ez pir kêm caran li şiroveyên kurdî rast têm. Dema ez şiroveyekê li binê vîdoyên Tirkan bi kurdî dikim car caran baş tê ecibandin jî. Fahm nakim ev kurdînûsên me çima nanivîsin. Divê em zimanê xwe têxin çavên wan, yên faşîst bila biteqin û yên baş jî bila fahm bikin ku zimanekî me jî heye û em dixwazin di her qadê de bikar bînin. Hêvî dikim êdî hejmara wan kesana zêde bibe.



03.07.2021 14:33 | xabûrî

2. Xwedê, do ev pirs di bîra min de jî derbas bû lê dûra serpêhatîyên min ên medresê bi xortên nijadperest re hat. Belê, li wan çaxa hewcê bû ko ez xwe ji wan bisitirînim lê vêga spas ji Xwedê em hemû li stara mala xwe de ne.
Ji lewma, min jî birîyar da ku êdî li her qad û torê bi Kurmancîya şêrîn biştexilim li ser qehrên dijminan. Û şîrovek Kurdî li ser sepana trendyolê min danî. Lê çi tiştekî balkêş, şîrov hat erêkirin û nihaka herkes kari bibîni.



03.07.2021 17:45 | pîroz

3. bo danasîna nivîsa kurdî pêwîste, ji xwe çiqas destê min tê kurdên tirkînivîs dibînim û bi taybetî tweetên Van ra bi kurdî bersiv Didim



03.07.2021 21:24 | doesntmatter

4. Ji ber ku naxwazin xuya bibin. Ez bi xwe zêde şîroveyan li ser malperên kirîn û firotanê nakim. Lê li ser youtube û medya sosyal şîrove dikim û teqez jî kurdî. Lê li qadên tije nijadperest de, ne şîroveyên wan dixwînim ne jî xwe di nava wan de dilewitînim. Ji ber weke kûçika êrişî mirovan dikin.

Lê car caran li hin derên ku hêvî nakim de rastî şîroveyên kurdî têm û gelek pê kêfxweş dibim.



03.07.2021 23:19 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima zalim zêde dijîn
» kurdînûs
» qada azadiyê
» tirkîbûna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî