Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hîro - tirşik
hîro
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî hîro,

bi latînî Althaea Offıcinalis, Hibiscus syriacus (dar)

bi yunanî ἄλθειν (althein),

bi tirkî Hatmi çiçeği.



Belgên Hîroyê bi ber in, bejn bilind e (2-3 m), reh kûr e û kulîlkên terikîn (5-10 cm) vedike. Li kenarê zeviyan, li sere çiyan bi xwezayî hene. Wek rêwekên xemlê jî di baxçe û parkan de tên gihandin.



Rehekeke 2 salan e. Sala ewil pejn nade, bilind nabe û çîçekan venake. Sala duyemîn de xwe pêktîne, bejn bilin dibe û çîçekan vedide.



Kêrhatinên Hîro: Çaya hîro, bedenê rehet dike, belxemê derdixe, ji kuxikê re kêrhatî ye, ji arsim û zekemê re baş tê, mîzê didarişîne, birînên cild qenc dike. Ji kok, kulîlk û toximê wê çay tê demkirim. Kok, kulîlk û toximê hîro her yek tene jî kêrhatî ye, lê bi piranî kok, kulîlk û toxim bi hev re tê hûrandin û jê çay tê çêkirin.



Amade kirina çaya hîroyê: Ji êvarê de wekî 2 kevçîyê şorbê hîroya hûrkirî daynin nava 2 lître ava nekelandî bila heta sibehê dem bigire. Di dirêjaya rojê de 4 cara yek piyale (200 ml) wek çayê gum bi gum tê vexarin, bi ava mayî jî rojê çend caran di kuraya qirikê de xulxule (gargare) tê kirin.



Ji bo iltihaba qirikê û nefestengiyê (astim) rojê 3 caran yek piyale (200 ml) wek çayê gum bi gum tê vexarin. Ji bo ulsera mîde û doranan jî feyda çaya hîroyê heye. Ji bo xwir, kînor, perç û alerjiyan bi ava hîro şûştin rehetiyê dide bedenê.Derên ku mêş, moz, gene û gijnî lê zeliqîbin bi belgên hîroyê werin mizdan rehet dibin, sorayî jê diçe.



Ku ji hîroyê çaya kelandî çêbikin divê di demek kurt de were vexwarin, zede sekinandina wê bi zerar e.



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:56 | endazer

2. (bnr: hêro)



25.03.2014 17:55 | zero

3. (bnr: xiro)



25.03.2014 18:00 | hun çawane heval:)))))))

4. wêne 1: http://tinyurl.com/oujenz2

wÊne 2: http://tinyurl.com/n9hjooe



17.04.2014 20:34 | mergehez

5. me pelên kulîlkên wê bi gep û çeng û eyniya xwe dizeliqand.



17.04.2014 20:38 | dara berrûyê

6. Peyveke min ji hevala xwe bîhîst ji bo îro digot hîro. Ew ji navçeya hewagê bû ( ber bi semsûrê ye).



21.04.2021 22:25 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hîro

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî