Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şakiro gotinê wey dil - tirşik
şakiro gotinê wey dil
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mîro mîro mîro(...)
Wey dil, wey dil, wey dil(...)
Lo Rebbiyo Xwedê xerab bike dilê bê dil, fenanî ga kî bê werîs û bê cil.
Fenanî kirasê qol û bê mil, fenanî dara bê şalûl û bê bilbil, fenanî xas baxçekî rût û bê gul.
Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa mirov li vir nebe, nava diwanzdeh diwalê ecnebî Ûris an li nava Emerîkan ê gawir be.
Parsa mirov birêje, tûrê mirov qul be, mirov li ber dîwarê evdan be, xweriyê mirov; kerî nanê garis û ceh bi gilgil be.
Ber seriya mirov kevir be, malxirabo ser raxa mirov gonî be, bin raxa mirov postê jujî be, ber seriya mirov kevir be.
Tek bila dêrisê gundan da dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil...

Eee...
Mîro sibeye Dêrsim e xweş Dêrsim e, avê çeman û kaniyan li ser me da kale kale, zare zare jê bi gime gime.
Bê terezê terez bavê bi awirê çavan, bi qinyatê dilan û şaretê destan ez kuştime, ez ê ji Dêrsim a jêrîn diçûme Dêrsim a jorîn.
Min dît sê zerî li ser rêka(rêya) min rûniştine yeke Kurmanc e, yeke Ecem e, yek e.
Ez bi sira sibê ra çûme cem yangazê Tirk e, min dît yeke bejn zirave, çav bi kile, bisk bi têle, çepil dirêje, por kej û navqendîle, gerdenzere, cote qonderê Entab ê çar tiliya bilind li sere, işke bayê sibê li ber min ra û te ra tê derbas dibe difirike, min destê xwe avîte nava reşguliyan, min li ser xwe de tewandî dikim ramûsanekî ji dev û lêvên şekirî, yanaxê Ehmedî terzê bi hakimî, şemlê bi Erebî, xal û xetê di gerdenê, xebxebkên ber guharan jê keremkim.
Gelî heval û hogirno çika werin, min çi ji vê terez û terezbavê ra gotiye li ser min ra xiyal û xeme, kîn û rike weydil weydil(...) weydil dilo hey dil.

Ax lê...
Lê Ereb ê bi sira sibê ra bêhna bayê kur û bayê şerq û bayê xerb û çep û rast li me digimîne.
Ez diçûme cem yangazê Ecem e, min dît yeke bejn zirave, çepil dirêje, por kej û navqendîle, gerdenzere, fenanî doxtorekî dewletê ji wêda tê, çentek desta(da)ne, qutiya xiyal û xeman, keder û mereqan, derd û kulan tev li cem e.
Bê zalimê tu nizanî gelo vê sibekê(sibeyê) felît rabe li ser min ra kale kale jê bi lime lime.
Heft salê min temamî ez ê hêsir û evdalê li derê mala bavê te me, gelo vê sibekê(sibeyê) min destê xwe avîte nava reşguliyan, min li ser xwe da tewandî dikim ramûsanekî ji dêmê gulî yanaxê Ehmedî, ji terzê bi hakimî, şemlê bi Erebî jê keremkim.
Lê Ereb ê nizanim min çi ji vê terez û terezbavê ra gotiye, li ser min da xiyal û vê sibekê(sibeyê) bi derd û bi kul û bi xiyal û jê bi xeme weydil... ax wey dil dilo hey dil...

Xwedê xerab bike dilê bê dil, fenanî ga kî bê werîs û bê cil, fenanî dara bê şalûl û bê bilbil, fenanî xas baxçekî rût û bê gul.
Bila dilê rezîl bi dil be, vê sibekê(sibeyê) tûrê parsê li mil be, parsa mirov li vir nebe, nava diwanzdeh diwalê ecnebî Ûris an, li nava Emerîkan ê gawir be.
Parsa mirov birêje, tûrê mirov qul be, mirov li ber dîwarê evdan be, ser raxa mirov gonî be, bin raxa mirov postê jujî be, ber seriya mirov kevir be, dêrisê gundan da tek bila dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil...

De lê...
Lê Ereb ê, sibeye bi sira sibê ra bêhna bayê kur û bayê şerq û bayê xerb û çep û rast digimîne.
Ez çûme li cem yangazê Kurmanc e, min dît yeke bejn zirave, çav bi kile, bisk bi têle, çepil dirêje, por kej û navqendîle, gerdenzere, gelo vê sibekê(sibeyê) qotik lê ye.
Ereb ê...
Qolê zêranî li serî, gopalekî zîvînî li desta bû, li ber şepalê Erebî sekinî, kerî pezên qerqaş li ser kovê xaniman li zeriyan da dida bêrî, min ê mala xwe xerab kirî û çavên xwe kor kirî, kilîteke reş derê xwe xistî, derê xwe bi heft kilîta mohr kiriye, min jê pirsî, min got; Ereb ê gelo tu ezeb î yan bimêr î?
Got; kuro bebêxto bêbextiyan neke.
Tu nizanî, min digot qey tu mêr î, tu camêr î, min digot kotiyê mêran ne li male, tê şeva îşev bişkênî cam û camekanan, şûşe û penceran, zirza derî.
Şeva xwe li nava taxima sing û berê min Esmer ê da bibihûrî.
Min nizanibû tu ne mêr î ne camêr î, tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî, tu nizanî ez ne ezebim, ne bimêr im.
Ka melê gundan da, ez ê bi kaxiz û bi niviştim, bi sêhr im.
Tu dêhna xwe bidê vê sibekê(sibeyê) dikim herim, lawikê min bû girtiyê taşxaneya Diyarbekir.
Ez vê sibekê(sibeyê) dikim herime dîtina xelkê xwe yê têlî, delalî, şebabî, potî.
Gelo vê sibekê(sibeyê) malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim.
Ez vê sibekê(sibeyê) malxirabo ber dirka Ereb ê reşê lêv teqandî, xîmê binê berî ya tewrê jêr im, hey dil hey dil hey dil, ax hey dil hey dil dilo hey dil...
Xwedê xerab bike dilê bê dil, fenanî ga kî bê werîs û bê cil, fenanî kirasê qol û bê mil, fenanî dara bê şalûl û bê bilbil, fenanî xas baxçekî rût û bê gul.
Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa mirov li vir nebe, nava diwanzdeh diwalê ecnebî Ûris an li nava Emerîkan ê gawir be.
Parsa mirov birêje, tûrê mirov qul be, mirov li ber dîwarê evdan be, ser raxa mirov gonî be, bin raxa mirov postê jujî be, ber seriya mirov kevir be, dêrisê gundan da tek bila dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil, wey dil wey dil wey dil...








13.07.2021 10:47 ~10:51 | tîrêj zana 21

2. (bnr: wey dil)
(bnr: wey derdo)



14.07.2021 16:18 | giyanstêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro gotinê dilê rezîl
» gotinên stranan ên ku ji çewt fêmkirinê re guncav in
» weylo
» dil miqabilî dil e

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî