Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 14 peyam
    zepkirina kevokan - tirşik
    zepkirina kevokan

    Navê mijarê ya ewil ev bû:zep kirina kevokan
    (3) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Ev îro 5-6 meh cotek kevok xwe avêtîye şaneşîna me û her car 2 hêka çêdikin û berî çêçikên wan bikevin firê, cotek hekê din datînin. (bnr: ajalên jêhatî)
    Lê hevalno, pirsgirêk ne ewe ku ez dixwazim berdim van çuka, li ser her 2 çavên min in,kêfa min gelek ji wan re tê.
    Lê ev îro 2-3 roj, kevoka nêr nigê xwe dikişand heta zikê xwe min fêhm kir ku hewala wî heye. Dûra min xiyala xwe avêt ser û min dît zir lepek por/mû gerîyaye nigê wî û nig werimîye. Dixwazim wî ji wan mûya xelas bikim lê her ku diçim nêzî wî bi min dihese û difire.
    Hevalno, derdora me tije pisîk û kûçik in. Her ku ev çûkê reben diçe nêçîrê ji bo çêçikan ziravê min diqete, tirisim ku bibe firavîna heywanetekî. Ditirsim ku çêçikên wî sêwî bimînin.Ji xwe dîya çêçika hêkên nuh danîye û nikari bi çêçikê xwe xwedî bike. Ji ber vê min xwe avêt hawara we. Ger şîretek, rêyek hebe ji min re bêjin ez vî çûkî zep bikim û ji derdê wî xelas bikim.
    (bnr: bela çêçik sêwî nemînin!)
    (bnr: Çi guneh in,law!)



    22.07.2021 15:34 ~15:44 | pîroz

    2. ger derdora hêlinê rast be mirov dikare bi selikekî û darika ku ta pê girêdayî her cureya çivîkan zep bike. helbet gerek e li bin selikê hebikî zadik hebe.

    Here lînkê

    heke ku torekî mezin hebe tu dikarî bi ser de bavêje. ev jî rehet e. hê gelek rê hene lê ya herî hêsan û baş ev in.



    22.07.2021 16:30 ~16:36 | hueyn

    3. (bnr: zeftkirin)



    23.07.2021 12:10 | giyanstêr

    dengdanên dawîn (yên din..)
    zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [2]
    Em dibêjin başûr başûr lê zimanê bakur ê yekemîn dibe Tirkî haya we jê...
    mehdî mêhvane ewropa [2]
    mehdî mutlu piştê bernameya cafe kemînê , dîsan bi bernameyeke perfect...
    mirîşka gundan [2]
    Yanî ne ya fabrîkasyonê/endustriyê. Yên ku li xwezayê digerin, heke bi...
    ulysses [2]
    Kawa Nemir deh sal berê gotibû ezê vê romanê wergerînim. Ger ez ne şaş...
    ulysses [1]
    tam 10 salan berê di tirşikê de behsa wergera kawa nemîr hatibû kirin....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zepkirina kevokan

    Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan ajal tirsik jiyan ajal tirsik jiyan ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî