1. di kurmanciyê de tîpên p, ç, t, k du dengan didêrin, yên nerm û yên req. yên req di tirkî û gelek zimanên din de jî hene, lê yên nerm di nav zimanên kurdiyê de hew di kurmancî û zazakiyê de hene. |
|
23.07.2021 19:32 |
keyomerd
|
2. ji bo me kurmancan di peyivîna zimanên din de kêşeyek e jî, çûnku ji ber ku em bi xwezaya zimanê kurmanciyê diramin dema em bi zimanekî din dipeyivin jî em van dengana tev lê dikin. bo nimûne peyva "belkî"yê bi kurmancî bi k-ya nerm e lê bi turkî bi k-ya req e, lê dema em turkî dipeyivin jî em wek kurmanciyê bi lêv dikin. û eve ne hew ji bo turkiyê ye ji bo her zimanî ye, eger kurdek rûsiyê jî bihêvose ê peyva "перемотка (peremotka)"yê bi t-ya nerm û k-ya nerm bi lêv bike, eger haya wî/wê ji van dengan tune be. helbet eve kêşeyeka biçûk e û îhtîmala mezin kes pê nahese jî û dîsa jî ê ji we fam bikin. lê di peyivîna soraniyê de û zaravayên din de kêşe mestir e çûnku gelek peyvên hevpar hene û bi nivîskî heman in lê bi dengî cuda ne. û mirov pê dihese ku çewtiyek heye. yanî eger wun kirdin'a soraniyê bi k-ya nerm bi lêv bikin ê ji we fam bikin lê ê pê jî bihesin ku dengek ne rast e. loma divê haya kurmancan ji van dengan hebe û bizanin kîjan peyv bi kîjan dengî ye. |
|
10.08.2021 15:40 ~22:52 |
keyomerd
|
3. k/q an jî e/ê. pêwîste mirov hişyar be. mînak; kîr û qîr, wate gelek diguhere. Mînakek din; kêr û ker |
|
10.08.2021 23:05 |
fermano
|
simurg56 [1] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |