Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 15 peyam
    hpv - tirşik
    hpv
    (7) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Kurtenivîsa human papilloma virus e.

    Mîna balûka ne. Piranî li derdora Organên zayendiyê çê dibin, bi têkiliya cinsî an jî bi hin awayên din jî derbasî laşekî din dibe.
    Bi lazerê tên şewitandin.



    2021.07.24-08:59 | bese binale welat ji kul û derda

    2. vîrûsa ku ji 200an zêdetir cûreyên pêk tê û nêzikî 40 hebên wan bi rîya têkilîya zayendî belav dibe. dikarin bibin sedama balûkan (tirkî:siğil) lê ya ji wê xerabtir dikarin bibin sedema kanserên weke ya servîkal (devê malzarokê), anal (zotik), orofarengîal (dev-û-gewrî), penîl (penîs), vulvar (der û dora organa zayendî ya jinan) û ya vagînayê.

    berî çend salan ji bo vê vîrûsê derzî (parza, vaksîn) derket. ev parza dikare pêşî li piranîya balûkan û ji kansera servîksê bigire. yanî derzîyek serkeftî ye. cûreyên ku dibin sedema kansera servîksê, herî zêde tîpên 16 û 18 in.
    tê pêşnîyarkirin ku zarokên di navbera 9-26 salî de werin parzakirin. çi keçik çi kurik, herkes dikarin werin derzîkirin. vê gavê ev derzî di programa derzîkirinê ya tirkiyê de tune, loma kesê dixwaze,
    dikare bi pereyê xwe peyda bike û li xwe bide.



    2021.07.25-07:06 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    16.09.2021 li trabzonê ji aliyê şarederê şewitandina siparişên kurdistanê [4]
    Kes jî ranabe nabêje çima wan şewqe û sîparîşan li başûr çênakin çima ...
    di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin [3]
    Rewşekî asayî ye. hêjmara jinan li her cîhî li gorî mêran hindik e , h...
    narsîst [2]
    xweperest jî tê gotin. merivên xweperest li her derî xwe ki...
    narsîst [4]
    yek ji peyvên ketiye nav dest û piyan e. yê dizane yan nizane vê axiri...
    tîşortên tirşikê [3]
    /8...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hpv

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî