Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
onlyoffice - tirşik
onlyoffice
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bernameya nivîsgehê ye; belaş û çavkaniya azad e. li letonyayê tê avakirin. mirov dikare bi tabloçêker (~ microsoft excel), nivîsçêker (~ microsoft word) û pêşkêşkera (~ microsoft powerpoint) wê pelan biafirîne û heke tenê bo xwendinê be mirov dikare pelên pdf-ê jî pê bixwîne feqet di vê taybetiya wê de ji xêncî xwendinê tu taybetiyekê din tune ye.

ji xwe ev demeke dirêj, min di telefona xwe de li şûna wps office-ê (libreoffice/133546) xodo-yê bi kar dianî. lê belê li ser kombersa bi pergala xebitandinê ya linux-ê (elementary os) bêyî nîqaş wps pir xweş dixebite. lê dîsa jî êdî naxwazim bernameyên xwedîdar (=~çavkaniyên girtî) bi kar bînim û li ser torê rastî onlyoffice-ê hatim. bi rastî ji hêla navrûyê ve gelek nûjen û hêsan e. herikbar û karbar e. tiştê ku ez herî pir qeyl im, pêveka google translate-ê tê de cihgirtî (built in) ye.

lê belê do rastî pirsgirêkekê hatim. min nivîsa xwe afirand û guhert ser pdf-ê. û onlyoffice-a sermaseyê û androidê jî tê de, di gelek bernameyên curbicur de min dît ku herfên kurdî yên mîna ş-ç nayê xwendin, bernameyan li şûna wê pirsnîşanekê nav qûtîkê dadinî ku ev morala min xera kir çû. min gotibû va asoxî ez ê li ser kombersê jî ji wps-yê xelas bibim. heman pelê nivîsê min li ser wps-ê guhert ser pdf-ê û bi vê pdf-ya nû pirsgirêk ji holê rabûbû. çima wiha bû, min fêm nekir... ecêb e.

pirsgirêkekê din jî ev e. bi fonksiyona dîmendera dabeşkirî ya kombersê naxebite ku ev jî bo min jêneger e.



24.07.2021 16:48 ~16:53 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» onlyoffice

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputerprogram komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî