Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
opel - tirşik
opel
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şîrketa otomobîlan e ku ji aliyê adam opel ve, di sala 1862an de li elmanyayê hatiye avakirin. wê demê makîneyên dirûtinê hildiberand. paşê duçerxeyan jî çêkirine û gelek serkeftî bûne. di sala 1899an de dest bi çêkirina erebeyan kirine lê bi ser neketine. di sala 1901an de bi hevkarîya şîrketî fransî, dîsa hewla vê yekê dane û di sala 1906an de dest bi hilberandinê kirine. di sala 1929an de general motorsê %80ê şîrketê kiriye paşê %20ê mayî jî kiriye û bûye xwedîyê şîrketê. di salên şerê cîhanî de têkilîya amerîka (general motors) û opelê hinekî qut dibe. hikumeta elman dest datîne ser opelê û dest bi çêkirina tank û alavên din yên leşkerî dike û hêdî hêdî xeta hilberînê ya otomobîl û kamyonan wenda dike. piştî serkeftina rûsyayê, rûsya projeyên opelê jê dixwaze da ku qaşo li leipzig'a elmanyayê fabrîqayek veke lê tenê piştî salekê li moskovayê erebeyek bi navê moskvitch 400 tê çêkirin ku bi temamî wek erebeya opelê ye. piştî şer tesîsê bar dikin û dibin rûsyayê û avahiyên li russelsheima elmanyayê hema bêje %50 xera dikin. lê amerîkî nahêlin ku rûsya bi temamî dest dêne ser vê şîrketê. karkerên şîrketê van avahîyan ji nû ve ava dikin. di sala 1946an de ji nû ve dest bi çêkirina kamyonan dikin. dûre derbasî erebeyan jî dibin. general motors jî tê elmanyayê û opelê vedikole û di sala 1948an de ji nû ve kontrola wê distîne. heta sala 1999an tim karê dike lê piştî vê salê êdî zerar dike. di sala 2012an de opel %7ê koma psa (psa peugeot citroën) dikire û dibe şîrik lê piştî salekê dîsa difroşe. di sala 2017ê de vê carê psa opelê dikire û sala 2018an dîsa dest bi karê dike. 2021an de psa û fiat chrysler automobiles dibin yek marka dikeve bi sîwana stellantis ku şîrketek pir-netew e û navenda wê li holandayê ye.



25.07.2021 07:42 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» opel

Kategoriyên mijarê:: marka teknoloji marka teknoloji marka teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî