1. koma ku naxwazin bibin derzîya covid19ê. bawer dikim kesên ku dibêjin dinye pehn e jî ew kom e * |
|
27.07.2021 09:02 ~09:04 |
heval.js
![]() |
2. ji xwe destê min bûya min jî derzîyê xwe nedixist lê mixabin dawîya dawî yê wek pêwistîyê derkeve pêşîya me û divê her kes jî xwe bixe. |
|
27.07.2021 10:07 |
doesntmatter
![]() |
3. Alîgirên ku li çend welatên Ewropa (Fransa, Yewnanîstan..) serî hilda ne ku dibêjin "dewlet bi zorê dixwaze derziyê li me bide, kesên ku derzî li xwe nedane, nahewînin kafeyan an jî nehêlin ku li otobusê û hwd. siwar bibin, em vê şermezar dikin..." |
|
27.07.2021 10:21 ~10:23 |
merwano
![]() |
4. ji ber ku qe baweriya min bi dewletê nîn e ez weke wan nakim. heke tiştekî baş bûya ev dewleta qirêj (û yên din) propagandaya vaksînê nedikir. |
|
27.07.2021 10:55 |
hueyn
![]() |
5. di destê wana da mînakên saxlem hene ku piştî vê derziyê gelle meriva da nexweşiyên cuda dertên. |
|
27.07.2021 11:41 ~11:41 |
bûtîmar
![]() |
6. Nizanim ev xelkên ku "dibêjin erd pehne" û "derzî bi çîpe, meriv pê ji mêranî dikeve û nizanim çi..." heman kesin yan ne wilo ne, lê li dor min tije ji wan kesan heye. Û wek ku hevalek jî li jor gotîye, belê herkes li berpirsîyarîya xwe ye û kes bi dara nikari bê derzîkirin lê çi sûncê mirovên li dor wan heye,nexwe? Ger ev xelk xwe neparêzin ev nexweşî ko ziyana li wan neki jî dikarin bêhemdî xwe vê êşê belav bikin, jixwe ev nexweşî jî nexweşîyek perok e hêsanî belav dibe. |
|
27.07.2021 12:20 |
pîroz
![]() |
7. sedema herî mezin ya xelasnebûna covîdê ye. li nexweşxaneya ku lê dixebitim, vê gavê 25-26 nexweş hene, her 2-3 rojan yek dimire muhaqqeq û tenê yek ji van jî ne derzîkirî ye. yanî hemû jî bêyî vaksîn in. jixwe dema parzaya sinovacê hat kirin, li nexweşxaneyê nexweşên pîr hema yekcar kêm bûn. êdî nexweşên ciwantir dihatin tenê, çimkî yên pîr derzêkirî bûn û êdî nexweş nedibûn. bibin jî giran nedibûn. welhasil ev helwesta nebûna vaksînê, dûrî aqilan e û xwedbînî ye ya rastî. |
|
27.07.2021 12:46 ~12:45 |
simurg56
![]() |
8. sernîşe: lêkolinekî li ser mirinên ji vaksîna covîdê nîşan dide ku bi hezaran kes piştî lixwedana vaksînê mirine ya jî birîndar bûne. |
|
27.07.2021 13:21 ~13:49 |
hueyn
![]() |
9. mirovên ku bi pistepist û gotegota tevdigerin. li gorî îstatîstîkên wan li Amerîkayê nêzikî 100 milyon kes hatine vaksînkirin û 3 hezar kes piştî vaksînê mirine. yanî 0.0003. |
|
27.07.2021 14:54 ~15:04 |
simurg56
![]() |
10. dibêm nivîskar hev seraxt nekirine, ji xwe ne hemberî derzîyê me an jî nabêjim vîrûs tûne lê ev vê vîrûsê "xwezayî" (natural) nake mixabin |
|
27.07.2021 16:21 |
doesntmatter
![]() |
11. ew 3000 mirin yên hatine dosyekirin ku ji ber beredayibûna pergala tendurustî ya emerîkayê ne û yên nehatine qeydkirin jî hene. ji xeynî mirinê jixwe yên tesîrên neyinî derbas dikin jî hene ku rewşa wan mirovan jixwe qe nayên dosyekirin jî. yanî ne çewte ku mirov wan hejmaran bike x10. dev ji her tiştî berd, lêkolînên danegehekê herî mezin yên ji bo vaksîna weke pistepist qebûl dikin ka bêjim çi * em çavkaniyan lêkolinan datînin li ber mêrik hê jî dibê ez li nexweşxaneyan dixebitim ez nexweşan dibînim. talî jî em bûn yên aqlêxwexwarî * |
|
27.07.2021 19:03 ~19:05 |
hueyn
![]() |
12. dijberên ku ji xwe re rûpelên blogan, wek çavkanîyên zanistî digirin. lol. li tevahîya dinyayê aqilmendekî wan tune gelo ku li gorî rêbazên zanistê gotaran binivîse? |
|
27.07.2021 20:46 ~21:15 |
simurg56
![]() |
13. hevalekî min ê koreyî hebû ku tam komplovan bû. Hin caran di civatê de qala tiştên wisa dikir ku mirov matmayî dihişte û dikişand xwe. her çi dîsa rojekê, piştî hilbijartinên Amerîkayê biden bû serok û trumpî dozê lê Biden vekir, wî got hûn ê bibînin nizanim çik Mason e dê trump bi serkeve û dîsa bibe serokê amerîkîyê. min jî ji xwe re wê demê got heke ev rast derkeve ez ê êdî bawerî komployên wî bikim lê heke ne dirust be êdî ji vî ve, ne xema min e. |
|
27.07.2021 23:59 |
pênûsa westiyayî
![]() |
14. Li ser rûpelên înternetê (ku her rast-xelet baş-nebaş her mijarê de agahî heye) Li ser derziyê tiştan dixwînin û Li gor fikrên xwe biryar didin. Gava li ser derziyê dipeyîvin tu dibê qey 30 sal emrê xwe li laboratuvaran derbas kirine, li ser derziyê lêkolînên kûr kirine. |
|
10.08.2021 12:10 |
kajav
![]() |
15. Heta demek berê ez jî ji refên wan bûm. Lê vê cara dawî nexweşên ku tên em dipirsin kesên du heb doza bionteck li xwe xistibe nîne. Pirê wan jî qe li xwe nexistiye. Lê hemû jî poşmane. Min bi xwe bawerî bi parastina derziyê nexasim ya bionteck anî. Yên ji min ji bo li xwe xistina derziyê pirs dikir ez bêdeng dimam lê piştî van danegehên li ber çavê min hatiye holê ez dibêjim biontech ê bibin. Lê dîsa jî sedî sed pişta min pê ne qewî ye. Xwe mîna qurbanekê mecbûr hatiye hiştin dibînim. Dîsa jî yê emrê wan mezin û nexweşiyên wan hene re pêsniyar dikim. |
|
16.08.2021 11:32 |
rizgarm
![]() |
16. yên tirkîyeyî dixwazin mîtîngekî bikin: puahahhaaha |
|
08.09.2021 23:37 ~23:38 |
heval.js
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |