Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
corpse bride - tirşik

Victor, amedekarîya zewacê dikir, bi Victoria re. Lê berî ku bizewice xwest ku gustîlkan biceribîne, yekê dike destê xwe ya din jî dike destê Bûka Mirî û piştî wê Victor derbasî jiyana miriyan dibe....
(2 şîrove)
corpse bride

Navê mijarê ya ewil ev bû:corpse bride - hochzeit mit einer leiche
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Anîmasyonfîlmekê tim burton e ku bi metoda stop-motionê hatiye çêkirin. Mijara fîlmê li ewropayê di sedsala 19emîn de derbas dibe.

Yek ji lehengên fîlmê viktor (bi dengê johnny depp) û dergistiya wî viktoria amadekariya dawetê xwe dikin lê tiştê ecêb ew e ku viktor bê hemdî bi mirîyekê (emily) re dizewice û bi hev re diçin welatê miriyan. Li aliyê din jî viktoria li hêviya viktor e. Çiqasî viktor li welatê miriyan girtî bimîne jî taliyê viktor û viktoria digihijin hev.

Bi ya min beşa herî balkêş ew e ku wexta emily çend gotinan ji viktor û viktoria re dike û dibê "ez hij te dikim lê tu ne ya min î, bi saya te (viktor) ez bûm azad, niha jî ez te azad dikim". Her wiha strana ku emily gotibû jî gelek bi mana bû...

Ya rast ez gelekî hej anîmasyonan nakim lê ev hêja bû. Divê ez spasiya pîroz bikim ji bo ku min hay ji vê fîlmê kir.



07.08.2021 23:09 ~23:11 | hueyn

2. Wek gelek fîlmên ku Tim Burton derhênerîya wan kirîye gelekî lê hêja ye û xweş e. Xemgînîyek tîr cîhên ku ji ber çîroksazî û gûftûgotîyan maye tije dike...
Bi dilek sot hûn lê dinêrin lê ew şewatek xweş e, meriv heta dawîyê pê tehmişkî dibe. Piştî ku fîlm diqede çend xulekan jî hûn nikarin xwe ji bandora wê xwe xilas bikin..



07.08.2021 23:18 ~2021.08.08 10:33 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» corpse bride

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî