Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îskender
    peyamên çepikkirî

    2. xwarina herî bê mana ev e bi ya min. mast û goşt çi dibêjin ji hev re welle qe li hev nayên. dilê miro ji mastê sar dibe.



    2021.08.10-22:30 | hueyn

    3. Yek dibêje:
    " ma, law li vir mast û goşt ji hev re çi dibêjin?"

    Qey çîroka dibêjin ji hev re, willeh lo!

    Gava ew goşt dikeve nav hevîr û dibe mantî û mereqeya mêst û ava bacanan li ser dadibe nabi yeq, lê gava ew goşt bi tazî digihê wan her 2 mereqeyan dibe xwarinek ku dilê meriv jê bixele!

    Nîşe:
    Ên ku ji îskenderê hez nekin bela satilek mast li ser serê xwe werdin!



    2021.08.10-23:15 | pîroz

    4. Xwarineke li bûrsaya tirkiyê pir binav e. Ez jî bi qasî ku li bûrsa mam her şev li xwaringeha wargeha xwendekara de derdikete lê carek tenê min ji meraqa xwar. Ne bi qasî ku pesn û wesfê wê tê dayîn xweş bû lê ne zêde xerab bû jî. Tê de nanê firnê yê hûrkirî, mast, rûnekî li ser wê direşandin hebû. Lê ez tirşika diya xwe bi wê nadim.



    2021.08.11-00:51 | tîrêj zana 21