Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
berçavk - tirşik
berçavk
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Amûrekî bo parastina çavê tê bikaranîn. Nexweşiyên çavê; mîyop, hîpermetrop, astîgmat hwd. zêdetir sedemên bikaranîna vê amûrê ne.

Heta niha ji bilî berçavka ronîbirê pêdiviya min bi vê amûrê tunebû. Cara yekem 3 sal berê min dît ku çavê min ê rastê nivîsên dûr bi zelalî nabîne. Do ez çûm tedavî bûm berçavkek kirî vegeriyam malê. Min hinek bikaranî piştî demekê Serê min êşand rakir avêt wir.



15.08.2021 22:20 | kajav

2. Ji ber rewşa mîyop-astîgmatbûnê ji 14 salîya xwe ve bikar tînim. Gava ku cara pêşî çûbûm li ber optîkfiroşê çarçoveyek di wan dema gelekî trend û bûha min bi zorê dîya xwe dabû kirîn. A dîn rojê dema ez çûm dibistanê ku forsa xwe bavêjim, li ser rê yekî dînik bela xwe li min xist û ez di nîvê kolanê de hetikandim. Lawik gotibû "ê leqê, berçavka pîrka min dizîye eva ha!"
Dû vê şitexalîyê hengî li ber xwe ketim serçavên min sor bibû.
Min ew berçavk qederê 6 salan bênavber bikar anî, nihaka jî bi tenê dema karê xwendinê dikim bikar tînim. Ji ber vê wextê ku derdikevim derve bi xwe re nagerînim ji loma herkesî wek xiyalan dibînim.



16.08.2021 16:22 ~16:23 | pîroz

3. çavê minê rast 1.25 mîyop, 0.75 astîgmate yalî cepê jî 0.75 mîyope ji ber vê ez jî bikartînim
heta niha min derve qet nexistîye berçavê xwe lê malê dema pc dinêrim bikartînim
pisrgireka herî mezin dema bikarnayînî pile(derece) mezin dibe
xêncî vê çavê minê yalî rast da (bnr: pterjiyum) heye û ev nexweşîya jî bê dermane mixabin tenê krem û dermana dilopê çava çavê xwe dixim...



16.08.2021 16:36 | doesntmatter

4. zarok yan mezin, yên ku vî tiştî dikin mesela henekpêkirinê bi qasî yên çivîka aqlê wan nîn e bi xwedê. yê me heta niha di malbata me de yekî ku daye ber çavê xwe nîn e lê xuyaya ji ber mêyzandina sikrînê wê bibe nasîbê min. wê çaxê ezê bi serbilindî bidim ber çavê xwe.



16.08.2021 17:43 ~17:45 | hueyn

5. Ez ji 11 saliya xwe ve wê bikar tînim. Bi rastî ez wê tenê di polê de li xwe dikim. ji ber ku berçavk min aciz dike. çavê minê rast 3.50 mîyop, çavê çapê jî 3.00 mîyope. Ez pir jê nefret dikim..
Ji ber ku ez wê bikar naynim, hejmara çavê min mezin dibe. Di rastiya xwe de li min nayê * .



15.04.2023 21:01 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» berçavka ronîbir

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan yendin tirsik jiyan yendin tirsik jiyan yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî