Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 8 peyam
    george r. r. martin - tirşik
    george r. r. martin
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskara rêzeya a song of ice and fire ye. ez jî dixwazim pirtûkên asioafê bixwînim lê ev dînik pirtûkê dawîyê nenivîsandîye! belê nenivîsandiyê... lê min îro disa lêkolinek kir û nûçeyek dît. gotîye "min pîranîya pirtûkê dawî nivîsand.".



    26.08.2021 10:09 ~10:11 | heval.js

    2. (bnr: game of thrones)



    27.08.2021 00:33 | qurreder

    3. nivîskarê ku ez hertim bi j. r. r. tolien re têkilhev dikim.



    27.08.2021 00:36 | qurreder

    4. Nivîskarê rêzpirtûkên ji honaka fantastîk a game of thronesê (bnr: got) ye. Camêr bêhemdî xwe min kiribû bengîyên pirtûkên xwe û ên honaka fantastîk bes dûv ku rêzefîlma got bêrîka wî tije kir çavê wî hat girêdan û nema nivîsî û kezeba min kir girar. Qederê 2 salan bendî pirtûkên nû mam lê camêr gûh neda, min jî talî dev jê berda ji ber ku hengî çîroksazî bi hûrgilî hatîye honandin û leheng tije ne, gelek tişt ji bîra min çûye. Bi rastî ger pirtûk bên çapkirin jî ez bi xwe re nabînim ku ji serî de bixwînim.
    ne bi siheta te george r.r. martin!

    Nîşe:
    Ger vergera rêzpirtûkan bi Kurdî were çapkirin di paşerojê de ezê bixwînim lê wekî din, na!!



    27.08.2021 07:18 ~07:20 | pîroz

    5. Nivîskarê rêzepirtûkên fantastîk bi navê "strana berf û agir" bi ingilîzî gotiye ice, ango qeşa lê ev peyv ne poetîk e. berf û agir xweştir e. Ez ho werdigerênim! Heta niha 5 pirtûk derketine, dê didok dî jî derbikevin. Eve deh sale her sal dibêje vaye pirtûka şeşê "bayên zivistanê" dertêxim, nehatiye weşandin. Axirîn, pirtûkên xweş in, min her pênç xwendine. Ne qasî tolkien baş e, lê nêzîk bûye.



    27.08.2021 11:59 | hespêsor

    dengdanên dawîn (yên din..)
    Şoreş mehmûdî [1]
    Sitranbêjê ku tevlî koma ma musicê bûye. digel sitranê soran...
    Şoreş mehmûdî [1]
    Strana wî ya bi navê dilem be ke xoş kem jî pir xweşe lê gotin...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [1]
    êdî tirs nemayi fedî dikin, ez jî fedî dikim, carkê şûna hevalê xwe mi...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [1]
    pirseka girîng e. eger em sedema vê pirsgirêkê rast tespît bikin û li ...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [5]
    Pirsa ku gelek caran hişê gelek kesan mijûl dike ye. Bersiv, gorî min ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » george granville barker
    » martînîk

    Kategoriyên mijarê:: sinema niviskarweje niviskar sinema niviskarweje niviskar sinema niviskarweje niviskar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî