Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
tv8 - tirşik
tv8
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tîryaka cîvaka tirkîye yê hejar e. ji mijara ekşisozlukê ya ku wekê tûnebûna hobîya kesên tirk* ye jî tê dîtin ku tirk bê hobî ne. ew çax, jî karê tên, xwarinêkî bi pir karbonhidrat dixwin, bi bernameyên vê qanalê mêjîyên xwe(ger hebe) ditevizînin û radizin. yanî xerkê tirk gava birçî ne survivorê, gava skandalekekî giring dibe masterchefê, gava qetlîamekî dibe bernameyekî dinê difikîrin.



30.08.2021 03:45 ~03:46 | heval.js

2. qenala ku ne tenê tirk lê kurdên bakur jî pê mejiyên xwe ditevizînin. li gorî çavdêriyên min gelheyeke mezin a kurdên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Kurdistanê dijin, bengiyê bernameyên tv8'ê yên wek survivor, masterchef û hwd. in.

gundiyekî me heye bi navê remo. par dema bavê min hatibû teziyê, em bo şîvê vexwendin mala xwe. axirê em çûn me şîv xwar. piştî şîvê remezan ji nişka ve rabû û tv vekir got wextê survivorê ye û merivê min dê îro bi yekî re fînalê bilîze. wisa bû ku dema beşdariyên bernameyê li parkûran dibeziyan, remo bi kelecanî radibû û qêr dikir ku bileztir birevin* digot koş oxlim koş!!! *

ecêb bû.



30.08.2021 11:11 | xelîl

3. Meriv çawa dikari iq ya xwe ji nivşekê 50 pûan kêm bike? Bersiva vê pirsê ne dûr e hevalno, qasî qûmanda tv yê nêzîke: jehra qenala ecûnoye. Hama bi qederê seetkê temaşekirina wan mejîyê we dibe wek hevîr, hiş qels dibe....
Wek ku nivîskar jî a xwe kirine yek, ji alîye Tirkan, Kurmancên bakûr û sed carî mixabin Kurdên din jî bi şahî û kêfê re tê temaşekirin.
Berê ji alîyaê mezinan ve bi taybetî survivor nedihat temaşekirin ji ber ku pîrek bi bîkînîyan re pişkê digirtin. Îca rehê pîran jê diçû, digotin" tv yê hilîn ji ser van tazîyên şeytanok, we heya nehiştîye!"
Lê nihaka medyaya Tirka xwe ji sofîkan disitirîne ji ber vê nema wek berê di bernaman de xelk laşê xwe berdidin û bi rastî kêrî wan jî hat...



30.08.2021 21:01 ~21:18 | pîroz

4. Qanala hema bêje min qe seyr nekiriye.
birastî jî Şaş dibim meriv ça waxtê xwe temaşekirina tiştên aha Ra derbas dikin.



31.08.2021 12:46 | bûtîmar

5. Li gor min armanca wan kanalan afirandina civakekî bê fikr û bê raman e. Ji ber vê rê li ber wan vedikin. Naveroka kanalê vik û vala ne. Divê em derûdora xwe hişyar bikin, bila kes temaşevaniya wan neke.



31.08.2021 17:36 ~2021.09.01 13:25 | mîrêmerd

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» tv8

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal tvradyoqenal tvradyoqenal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî