Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
ji qazî ve - tirşik
ji qazî ve
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li qoserê bi wateya turkî "bilerek" û îngilîzî "on purpose" bi kar tê. hezar carî ji "bi zanebûn"ê çêtir e bi min. û mereq dikim gelo wekî din li kîjan deverê heye û qazî di vir de bi çi wateyê ye.

lêzêdekirin: ji qazîka jî em dibêjin herweha.

lêzêdekirin 2: reng e ji "ji qastî ve"yê hatibe dûre st bûbe z. lê min hîç nedîtiye st dibe z û di kurmanciyê de qest e ne qast e.



30.08.2021 23:54 ~2021.08.31 00:22 | keyomerd

2. ji qavzîka ji alîyê Omerîya bi vê formê tê gotin...

Mînakek xweş ji bo bikaranîne:

Here lînkê



30.08.2021 23:57 ~2021.08.31 00:04 | pîroz

3. (bnr: qestîka)

Li ba me wek ji qazîka tê bikaranîn



31.08.2021 00:02 | xabûrî

4. ev gotin li ba nasên me yên ji amûde/qamişloyê jî heye. cara yeka min ji wan bihîstibû. bi ya min jî ji "bi zanêbûn" çêtir e.



31.08.2021 01:20 | hueyn

5. (bnr: qestîka)



31.08.2021 09:17 | xelîl

6. Li ba me peyvek ecêb bo wê heye:
(bnr: esseltene)



31.08.2021 09:40 | cinorek

7. Mexsûs û xusûsî jî tê gotin.



31.08.2021 12:44 ~12:44 | bûtîmar

8. Li herêma stewrê weke "qestîka" tê bikar anîn. Qest ji xwe tê wateya bi zanebûn, biarmanç. Peyveke ji erebî ketiye kurdî.

Sermijar û pênasa yekem bi mirov dide fêmkirin ku bê peyv an lefzek li gor devokan çiqas kare bê guhertin. Heke mirov rastiya peyvê jî nizanibe bê fikrên çawa derdikevin.



31.08.2021 23:25 | tîrêj zana 21

9. Kirdkî ma vanê qestî. Telafuza çeku ra xuya yo eynî kok ra zêdiyaya.

Mîsal:
eno merdim bi qestî ra bermeno.



01.09.2021 18:41 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» qazî mihemed

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî