Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dengbêj reso - tirşik
dengbêj reso
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wek denbejê mezintirin ê piştî evdalê zeynikê tên nasîn...



dilo:





07.10.2013 21:44 | arami

2. reso di sala 1890'ê de li bajarê erzirom gunde gopala hatiye dine.malbata wî mahcirê yêrîvanê nin.dengbêj reso qet neçûye dibistanê û biçûktiya xwe şûnda bi rêcerî alîkariya aborî ya malbata xwe kiriye .di van sala de dest bi dengbêjî kiriyê û ji gelek dengbêjê heremê sûde girtiye .herî pir li bin bandora dengbêjê milazgirê ferzê de dimîne.ji wir şûnda stranê wî û evdalê zeynikê dibêje.reso di kilamê xwe de pirî ji çanda kurdaya lehengî û gelêrî hilbijartiye. reso tevlî serhilana agirî dibe û piştê ku serhildan têkdiçê derbase sûri̇ye dibe.pişte zivirandine êdî wekî dengbêjekî navdar ê.du hev kasetê wî henin û se çara zewiçiye.jiyana Wi pirî nabera muş û erziromê de derbas bûye .ji ber xizaniyê koçê denizlîye dike li wî dere gelek karê cuda dixebitê .di sala 1977 de dizivire welat se.sal şûda di nava xizanî û belengazîde diçe serdilovaniya xwe



07.10.2013 22:06 | newenda

4. dengbÊjÊ ku di deweta xalÊ min de kilam gotîye ye*

serhedîye û 3 sal li gundÊ me sekinîye



02.02.2014 17:23 | por gijik

5. resoyê gopalan, resoyê qilîwelo dengbêjekî kurd e û yek ji şagirtên evdalê zeynikê ye. A rastî ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, sêwî silo (Şêx Silo) û dengbêj gulê mamostayê hemî dengbêjên serhedî ne



03.06.2014 18:37 | xwelî li ser

6. D Î LB E R

Lê lê dîlber,

Dîlberê

Payîz e, xelqê, Xweda rebîyo

Temamê zozanvana koçer in

Îro zozanê xwe çêrand in

Xam berindîra li welatê Serhedê

Mexelê Bîngolê daw gerand in

Bira kula xwedê bi kul be

Têkeve mala bavê Memed Begê Mîrê Tatosê

Bu sebebê min û dîlbera min

Loma îro destê me jihev qetand in

Ezê rabim

Herim mehela jorîn

Xwe bavêm bextê axan û began, gelî rûsipîyan

Bextê we ketime

Payîz e

Dîsa mereqek li canê min peyda bûye

Lo gidîno

Xortê mehela xwe temî kin

Payîz e

Qîzê mehela me heland in

Dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber

Dîlber dîlber dîlber dîlber

Ez şaş im mietel im

Ezê di dûyê dîlbera delal da rûnêm

Gelo ji kî re bêjim dîlber dîlber dilber

Weê xirabo gundo

Lê lê dîlber

Rabe îro çîya badikir çîya

Hey malxirabo van erd û zozanê hanê

Temamê wan koçer bûn, iro çîya man çira xalî

Bona Xudê xwezil min bi zanî

Kanê koçerê îro digerîyan li van erd û cîya

Çîyayê mezin sekinî çiyayê piçûk bakir hûrdevîya

Go: “Belkî mala we bişewite; lewra em piçûk in eqlê me nagê tu cîya

Di bû waxtê zozana, kulîk û kardîya

Qîz û bûka teşî û kulîyê xwe derav danîn van zozan û çavkanîya

Temamê wan koçer bûn, payîz e, erdê wan kût bûne dagerîyan ser xanîya

Rebbê alemê belkî tu xirab bikî mala bavê Memed Begê Mîrê Tatosê

Bû sebebê me hemûya

Di bextê we da me

Loma destê min û dîlbera min ji hev qetîya

Payîz e, dîsa mereqekî li canê min peyda kirin e

Malê me ji zozana dagerîya

Ey Xudê, Rebbîyo bîna xanîya pîs e, di tirs im

Dîlbera min nazik e, xanî xirab bikin rengê van zerîya

Dîlber, dîlber, dîlber, dîlber, dîlber,

Dilber, dîlber, dîlber, heê dîlber…

Lo gundo gundo gundo gundo

Belkî li te bixwûne qijik, qertel, pepûk, teyrê kundo

Îro di kavlê gundê me da, ez dîlbera xwe nasdikim,

Yeqîn dikim îdî li dûyê dîlbera min kavlê gundê me da nema

Qîzê bi reşkezî ka bûkê rindo

Weê xirabo gundo…”



reso



http://www.kovarabir.com/tag/dengbej/



13.04.2015 13:48 ~13:49 | quşxaneli

8.



28.03.2020 23:45 ~23:45 | quşxaneli

9. dengbêjeke bi nav û deng e ku li serhedê weke şair tê naskirin.

tenê ji bo du sê dengbêjan dibêjin şair ev evdalê zeynê, ferzê û reso ye.

kesê ku kilamên evdalê zeynê herî rast dixwîne reso ye. lê belê bi xwe ji devê evdal negirtiye kilaman. bi rêya ferzê gelek kilamên evdal gihiştiyê. mirov dikare bibêje ku ferzê di navbera wan de weke pireyek e. wey dil, quling, şerê qeleniyê ên tên zanînin.

reso bi dengbêjî re gelek kilaman jî diafirîne. şans û teliha wî ya herî ne baş ew e ku weke şakiro û gelek dengbêjan bi destê wî neketiye ku kurdistanê berfirehtir bigere lewra qada wî bêhtir serhed e. a duyem jî ev e ku dema kal bûye amûrên qeydkirinê hatiye serhedê. ji ber vê qeydên wî hema hema hemû di kalbûna wî de hatine girtin.

dibêjin ku reso radibe diçe binxetê mala haco axa hingî deng û sewt û maqamên wî baş in. hin dengbêj ji ber hesûdiyê hine dixin nava qehweya wî, piştî wî reso nexweş dikeve û diçe xwe nîşanî hekîmek dike. hekîm dibêje ku hine dane te bi singa te ve ziliqiye te eciz dike. çare nayê dîtin. dengbêjên ku reso dîtine û wî weke mamosteyê xwe dibînin dibêjin piştî wî reso terza gotina xwe û meqamên xwe diguherîne. bi terxeke nû kilamên xwe dibêje.

meqamên reso xurt in û tu carî ji şiverêya meqama xwe dernakeve. gotinên kilamên wî û yên ku dixwîne ji aliyê gotinê ve têr û tije ye.

kilamên wî yên herî navdar ku bi xwe çêkiriye metê, filîtê quto, serayê, keremê qolaxasî hwd ne.



08.05.2020 01:14 ~01:15 | roberz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêj reso

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî