Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
posthûmanîzm - tirşik
posthûmanîzm

Navê mijarê ya ewil ev bû:posthumanîzm
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Posthumanîzm an post-humanîzm (tê wateya "piştî humanîzmê" an "ji humanîzmê wêdetir") li gorî fîlozof francesca ferrando,ji xeynî têgehên jor xwediyê bi kêmî heft pênaseyan e:

1} Antîhumanizm:
her teoriyeke ku li ser humanîzma kevneşopî û fikrên kevneşopî yên der barê mirovahiyê û rewşa mirovî de rexne dike.
2} posthumanisma çandî
3} Posthumanîzma felsefî:
rêgezek felsefî ye ku xwe dispêre posthumanîzma çandî, xeta felsefî bandorên exlaqî yên berfirehkirina exlaqî û dirêjkirina subjektîvîteyan li derveyî celebên mirovî dikole.
4} Rewşa posthuman:
ji hêla teorîsyenên rexnegir ve ji holê rakirina rewşa mirovî.
5} posthumanizma transhumanismê:
îdeolojî û tevgerek derveyî mirovî ya ku hewl dide ku bi saya teknolojiyê pîrbûnê ji holê rabike, çareseriya mirinê bibîne, kapasîteyên entelektuel zêde bike û êşên psîkolojîk xilas bike.
6} Desteserkirina hişê çêkirî: li gor vê têgehê, mirov bi xwe nikarin bên guhertin lê di dawiyê de ji aliyê hişê çêkirîyan vê bên guhertin.
7} Voluntary Human Extinction

Di teoriya rexneyî de, post-mirov têgîneke spekulatîf e ku nûnertiya mirovan dixwaze an jî hewl dide ku mirovan ji nû ve dîzayn bike. posthumanîzm şaxek felsefeya humanîst e ku bi awayekî rexneyî, humanîzmê rexne dike û dibêje xwezaya mirovî rewşek gerdûnî ye ku ew di nav mirovan de derdikeve. Ango xwezaya mirov bi temamî aîdê mirov e. û li gor vê tevgerê Xwezaya mirov; xweser e, rasyonel e û xwedî îradeyek azad e. ji zêdetir Di vê tevgerê de behsa exlaq û edalet, ragihandina ziman û zanistê, pergalên civakî û xwestekên rewşenbîrî yên di navbera dîsîplînê de jî tê kirin.

posthumanîzm Felsefeyeke sekuler e ku dixwaze mirovahiyê di nav cureyên xwezayî de ji nû ve bê cih kirin û wê ji pozîsyona xweya bijarte(îmtiyaz) dûr bixe. Li gorî wan, mafê mirovan tune ku xwezayê tune bikin an jî xwe ji xwezayê mezintir bibînin. tevgera Posthumanizm pêşniyar dike ku laşê mirov dikare bi mudaxaleyên teknolojîk ên wekî endezyariya genetîkî were baş kirin.

posthumanism humanîzma klasîk jî rexne dike û pirsa "humanîzm, ji bo kê ye û ji bo kîjan zindîyan e?" dike. posthumanîzm ew tevger e ku girîngiyê nade li ser mirovan, ew girîngiyê dide jiyanê. Ango jiyanê dike navenda mijarê xwe.

Ji ber teknolojîyê transhumanîzm û posthumanîzm gelek caran tê tevlihev kirin. lê Ti têkiliya Transhumanists bi têgîna posthumanîzmê re tune. posthumanîst teknolojiyê wekî hevrêyek dibîne, ekolojiyê diparêze û dîna xwe dide xwezayê. lê transhumanist, teknolojîyê li dijî mirinê diparêzin û dikin ku wê pîroz bikin.



11.09.2021 19:59 | yûsiv

2. posthumanîzm, dibistaneke ramanê ya postmodern e ku bi awayekî tundî antroposenîzma humanîzmê rexne dike. yanî bi kurtasî dibêje dinya tenê ya mirovan nîn e. posthumanîzm yek ji encama krîtîkên postmodern ên li ser antroposenîzm, kolonyalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê ye. pirraniya bîrewerên posthumanîzmê, li dij humanîzma klasîk in û 'human'ê (mirov) wê têgehê wek mêr, spî, ewropayî, hetero û bêasteng (able-body) pênase dikin. lewma posthumanîzm hemû sterotaypên cûrepestî, nijadperestî, zayendperestî û laşperesti (ableism) red dike û hewl dide ku her cûre karakter û kategoriyên mirovahiyê û ya xwezayê biparêze û berz bike. û herwiha helwesta modernîzmê ya yekbûnê red dike û nirxên wekhevîyê diparêze.

tenê serê xwe bîrdoziyeke bêserûbin e û wek yûsiv jî li jor jimartiye gelek beşên vê dibistanê hene. û divê meriv hemû yekûyek eşkere bike. lê ya herî bala min dikişînin posthumanîzma felsefî û polîtîk e ji ber ku di vê serdema nû de êdî norm û sîstemên klasîk ên piştî modernîzmê derketine kêr nayên. ev norm û rênişên felsefîk û polîtîk li gorî sosyolojiya rojavayê ya qalibên wek spî, mêr û hetero dihewîne hatiye dîzaynkirin. pirraniya krîzên giloverî ji ber vê yekê derdikevin holê. çawa ku di demên klasîk ên sedsalên 18. û 19. de rêbazên wek pozîtîvizm ji ber van nêrînên xwe bû demode û pûçûvala, êdî humanîzm jî emrê xwe temam kir û bû demode. her çiqas em hay jê tune bin jî guherînên mezin ên sosyo-kulturel diqewimin û dibin pêl û di ser me re tên. immanuel wallerstein raber dike ku sîstema heyî ya îroyîn êdî têra guherînên postmodern nakin û dibêje demeke nêzik de paradîgmaya kapîtalîst a rojavayî dê têk biçe û norm û rêbazên nû yên rêvebirinê û aboriyê derkevin holê.

anyway naxwazim dirêj bikim humanîstno! mesele kûr û dûr e. *



11.09.2021 20:55 | xelîl

3. sernivîseke balkêş e.

bi rastî jî, di vî demê de êdî mirov nikare giringiyê bide mirovan. mirov dora xwe pûç kir bi ehmaqiya xwe. humanism mir. êdî em dizanin ku mirov ji ajalekê zêdetir ne tiştek e. mirovahî rêx belav kir bi tevgerên xwe yên ehmaqî û bi nefsa xwe ya mezin. ne aşitî û aramî û ne jî hêvî bi me re ma. mirov cehnemaya mirovan li ser dinyayê ava kir. cehnemeya bicih bûyî êdî li her derê ye. hema bibêje xelas jê tune ye. heke xerabiya xwezayê û van demsalên neasayî berdewam be, ew dê were maneya ku dema tofanan jî dest pê kiriye. û me tam pê girtiye.

maşalê ne em, ne zarokên me, ne neviyên me û ne jî neviyê neviyên me van tofanan bibînin. mirovê ehmaq!



11.09.2021 23:27 ~23:30 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» posthûmanîzm

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî