Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
house of the dragon - tirşik
house of the dragon
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rezêfîlma nû ya rêzeya a song of ice and fire ye. 300 berîyayê serhildana robertêyê nîşan dide. ezê bêguman temaşebikim.

(bnr: a dance of dragons)



15.09.2021 16:42 | heval.js

2. tê.



07.10.2021 03:14 | ezcan

3. li gorî pirtûka fire and blood were kişandin.



07.10.2021 12:16 ~23:36 | heval.js

4. li gorî imdbê jî di 3ê avrêlê de dertê.



26.01.2022 16:40 | heval.js

5. Beşa ewil îro min temaşe kir, li gorî game of thrones îdare dike. Lê ne bawerim ku bi qasî wê xweş çê bibe.
(Ger em herdû sezonê dawî jê derxin)



25.08.2022 02:49 | merwano

6. rind bû.
mirov bi rastî hest dike ku ev û game of thrones di heman gerdûnê de ye. ji ber vê qetandinî tûne ye ku ew temaşekirinê rindtir dike.
herwiha ez jî li benda kalbûnê .... pardon, sezona dûyem im. ê di sala 2024ê de were. hêvî dikim wekê stranger thingsê navên hemû lehengan bîr nekim*...



05.11.2022 00:00 ~00:02 | ciwanzêr

7. xelekên pêşîn ji ber kelecana zincîreyeka nû ya gerdûna gotê bi min xweş bûn lê divê mikur bêm di xelekên navîn de ez aciz bûm. heya xeleka heştem jî wilo bû lê dawîn dîmena xelekê mûyên laşê min kşandin. di xelekên nehem û dehem de min got temam va îja sêra gotê dest pê kir. lê werz qedîya, îja were heya werza duwem bipê :(



05.11.2022 00:25 | keyomerd

8. rêzefîmeke hboyê ye ku qala bûyerên 200 sal berî ya game of thronesê dike. li ser rêzepirtûrkên george r. r. martin ên bi navê fire and blood hatiye honandin.


rêzefîlm bi gelemperî qala şer û keftûleftên naxweyî yên mala targeryen dile. li jor jî hinek kesan gotine. di beşên berî de zêde tatmîn nake lê bi beşên dawî re tu dizanî êdî dê şer derkeve. şerê ejderyayan (dance of dragons).

bi min ne qasî gotê bû sezona yekem. ji ber ku got bi beş û sezona yekem ez bi xwe ve girê dam. lê ev rêzefîlm wilo hêdî wilo bê bûyer dest pê ki ku min xwe bi darê zorê gihannd beşa dawî.


axirê kifş e dê sezona duyem gelek baş be.



07.11.2022 00:04 | xelîl

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» house of cards
» the act of killing
» dragon ball

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî