Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
teatra jiyana nû - tirşik
teatra jiyana nû
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di sala 1991ê de bi vekirina navenda çanda mezopotamyayê wek beşekî wê dest bi xebatên xwe kir. Bi derhêneriya mamoste cemîl lîstika “mişko” hate nîşandan ku yekemîn lîstika teatra jiyama nû ye. Di sala 1992an de grûb bi rêveberiya huseyîn kaytan ber bi şêweyê koma rêxistî ve çû û navê teatra jiyana nû wergirt. Di 1996an de di derhêneriya erdal cevîz de şanoya HÊLÎn û di 1998an de jî bi navê sarya halk sahnesi du binbeşên wê hatin avakirin û xebatên xwe yên perwerdehî û lêkolînan birêve bir. Bi dehan lîstikan, di van beşên xwe de kadroyên xwe çê kir.

Di belavkirina şaxên nçm’yê de li bajarên îzmîr, mêrsîn, edene û Li Amedê roleke sereke lîst. Di Sala 2003an de grûba ku bi sedema guherînên cûr bi cûr Yên mecbûrî dikeve heyameke nû bi derhêneriya apo kaya ku bi mêvandarî dixebitî, yekemîn car lîstikeke wergerê dilîze. Piştî Wê demê grûbê bi rêveberiya kemal orgun bi lîstikên wergerandî û resen berdewam kir. Di salên dawîn de grûba ku jî aliyê şanogerên ciwan vê tê birêvebirin û veguheriye awayekî kolektîf herî dawî lîstika “şîret” nîşan da.

Hîn lîstikên komê;
Mişko, mirin û jiyan, jinên bindest dewayê generalê teneke, ta/sê ewrên dûr, rojbaş, govenda hilo, bayê elegezê, komara dînan şermola, ta, gurzek (ne)lêdan, ziman dirêj, Prometheusê zîncîr kirî, girav, em û ew, sê sêv bi nanek, mirina anarşîstekî, navê vê lîstikê çi ye, li welatê wendayî evîn, nobedarê deriyê cinetê, şîret, ji mirinê veger tune ye, agirê newrozê, guşto, zarokên apê Musa, kurmê darê, zeviya jiyanê, apê, halepçe, berber, dergûşa cîhanê, Memê alan, şert, mehîr, du şivan, germa tebaxê, gundê xezê, arizayên teknîkî, axuya spî, agir, zîlan, meşa jiyanê, pênc pêçî..

Çavkanî: jêrzemîn



04.10.2021 23:41 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» teatra jiyana nû
» jiyana riwekî
» nûjenkirin

Kategoriyên mijarê:: tiyatrolistik tiyatrolistikvan tiyatro tiyatrolistik tiyatrolistikvan tiyatro tiyatrolistik tiyatrolistikvan tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî