Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
squid game - tirşik

Rêzefîlmeke ku bi lîstikên zarokan ve hatîye çêkirin, ev demeke bi nav û deng e....
(8 şîrove)
squid game
(10) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. Her kesî qala vê kir, min jî got ez jî sêyr bikim, lîstikên zarokan bi mezinan didin lîstin û her wiha tiştekî bê m'ene bûye, ew qasî senaryoyeke pûç e meriv carnan pê dikene :( wekî din bo zarokan ne baş e, ji alîyê pedagojîyê dê rewşa wan jî xirab bike.
Bi kurtasî heyfa wexta we ye ku hûn ê sêyr bikin



08.10.2021 11:45 | xwebixwe

2. min vê rêzefîlmê ferq kir ku başûra koreyê ne qasî danasîn û nîşan kirina vanê medyayê serkeftîye.
ji ber ku waxtê em vê rêzefîlmê sêyr dikin dibînin ku vê welatê jî kapîtalîzm heta bi koka xwe avîtîye tax û kolanên vê welatê, serî heta binî her tişt vê welatê tenê bûye pere, zanim hûnê bibêjin ku kapîtalîzm kêjan welatê tune an jî xwe nade hîs kirin lê dîsa jî rojava û bakura avrupayê kapîtalîzm ne evqas dijware ji ber ku ew deran dîsa bi qezencê xweyî asgarî dîsa dikarin xwe rê bibin lê ne bawerim başûra koreyê wisa ye
ji xwe fanboya k-popê me min gelekî xemgîn kir
yalî din rêzefîlm xwe dide sêyr kirin min heta niha 3 beş sêyr kir bawerim yê wisa berdewam bike
pêşnîyar dikim? erê



08.10.2021 16:53 ~17:01 | doesntmatter

3. Rêzefîlma ku hingî di tora civakî de diçe û tê derdikeve pêşiya min, min jî biryar da ku darî bikim. Lê ewil divê himym bi dawî bikim, ger wextê min ba dora wê jî wê bê



08.10.2021 19:51 | merwano

4. rêzefîlmek e.

min piştî pesnên zêde zêde darî kir. senaryoya rêzefîlmê ne resen e. nexasim li asyaya rojhilat û başûr de fîlm û rêzefîlmên bi vî rengî pirr in (bnr: parasite). lê listikvaniya aktor û aktrîsan serkeftî ye.

wek doesntmatter jî li jor gotiye bandora kapîtalîzma hov û neolîberalîzma ku piştî têkçûna Sovyetan a li asyayê qewimî, li ser koreya başûr jî zêde bû. jixwe piştî japonyayê yek ji dewletên Asyayê ye ku di warê sanayî, fînans û teknolojiyên enformasyonê de pêş ketiye lê vê yekê saya serê keda erzan (low-cost labor) a gelê xwe yê hejar de bidest xistiye. piştî pêşketina polîtîkayên neolîberalîzma global, ev keda erzan a hejaran roj bi roj heliya û ket di bin deynê de. îro koreya başûr yek ji dewletên ku newekhevbûna berbilaviya dahatûyê ya di nav gel de herî zêde ye yanî ferqa dahatûyê ya di navbera herî dewlemend û herî hejar de gihiştiye asta fezayê ku meriv nikare hesab bike. ev yek bê edaletî ye. li ser vê yekê lêkolînên sosyolojîk û ekonomîk kêm hene mixabin.

ev rêzefîlm jî wek fîlma parasite dixwaze vê rewşê bi awayekî sosret bide berçav. ser ket? na! jiber ku kes van tiştên min li jor eşkere kirine nizane anjî naxwazin bizane. hemû li ser listîkan disekinin lê wate, bandor û tehakûma pereyê û rewşa aborî ya gelê koreya başûr û ya dinyayê xema kesî nîn e. em hemû di nav lîstika squid game de ne û ji bo pereyê û ji bo debara xwe, xwe û hev dixwin, dikujin û difiroşin û du sê kesên (%1ê hêrî zengîn) dewlemend li ser me şert digirin û ji bo kêfên xwe, me dikin reşe û bi me dilîzin.

îro elon musk hema ji bo mêvanên xwe bide kenîn, dikare bi tweetekî hemû piyaseya coinan an jî sektora fînansê tevlihev bike û hemû ked û sermiyana milyonan însanên hejar bike pûçûvala û winda bike bêqimet bike. ev yek tenê serê xwe rewşa me ya trajîkomîk dide nîşanê me. meriv baş lê binêre, ferqa squid game û ya jiyana rastîn tune ye. tenê xwîn û kuştinên hov tune ne anjî berbiçav nîn in.

welhasil: 80



08.10.2021 22:36 | xelîl

5. rêzefilma weledan e. gava mirov wan re dêje welad dêjin "tê de xwin heye", "felsefîk e!" an "tişten tene yen biaqil fehmdikin jî tê de ye". de here oxlim, tijû klişe ye û weladan jî lê fehm dike.



10.10.2021 16:35 ~16:36 | heval.js

6. Rêzêfîlmek Koreyî ku min Nêt xirakir dûv ezmûna xwe temaşe bikim û bin mijarê tirş bikim...



11.10.2021 13:30 | pîroz

7. Rêzefîlma ku min hinî seyr nekiriye. lê çend caran rastê kurtevideon hatim. Xûya dike tê de gelek naveroka tundûtûjî hene.

Ez 10 sal in li koreya başûr dijîm. Min hîna nedîtiye ku du kes bi ciddî li kolanê bi hev re şer bikin. tenê carekê du pîremêrên serxweş di metroyê de hevdu dehf didan. yek ket erdê. Dema ku li erdê ket camên wî şikestin. Ev şîdeta herî xirab e ku min dîtiye. Dîtina aksiyonê di vê dramayê de kenîn da min.



14.10.2021 08:00 ~08:02 | cinorek

8. Rêzefîlma ku min di hundirê çend rojan de xelas kirîye. Bi rastî xweş bû û rasteqîna jiyanê şêwazek tazî pêş mero dikir.Ez gelek caran hem li ser tora civakî hem jî ji devên mirovan vî tiştî dibhîzim ku dibêjin bila zarok bibin serokê cîhanê ji ber ku dil bi rehm in. Lê yên ku tiştên wilo dibêjin ya dema zaroktîyê tucar neketinin nav hevalan û tehde nexwarine, yan jî ew bi xwe ji wan zarokên zilumkar bûn û malik li xelkê xira dikirin.
Nexasim, di zarokatî de meriv wek ajalên hovî ye ji ber ku libatên mejîyê qenc negihaye gelek caran ne bi aqilmendî, li gorî dilê xwe tevdigerin. û nizanin ko carê tiştên ku ew dikin dibe ziyan û tehde ji bo ên li derdorê. Dûra gava ku mezin dibin, hiş û fêhm digihê serî û hay ji encamên kiryarên xwe dikin. Lê dema dikevin tengasîyê ji bo xilasîya xwe dikarin xayîntîyê bigîhin kezeba xwe jî.



22.10.2021 12:33 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» squid game
» gamendî (boanthrophy )

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî