Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 12 peyam
    gotinên herî xweş li ser demsala payîzê - tirşik
    gotinên herî xweş li ser demsala payîzê
    (1) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. "Payîz huner e, ewên din demsal."



    2021.10.14-11:21 | cinorek


    3. Payîz e, ev dema çû, ber zivistan derd giran bû..



    2021.10.14-21:44 | kajav

    4. helbet tevahiya helbesta mihemed omer osman ya generalê payîzê ye: Here lînkê

    Ez im generalê payizê..
    Ez ê tu carî xêrnedî
    Ez general im..
    Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî

    Ez im generalê payîzê..
    Şifqeya li serê min ewr e
    Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
    Sakoyê li min nermeba ye
    Û şûreê min çiqlê dareke riziyayî

    *
    Ez generalê payîzê..
    Dara rût ev nasnav xeletî min kir..
    Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî..
    Û min ew kir take dildarê xwe
    Di yek kêliyê de ez bi xwe zarokê pelweşînê me
    Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me

    Ez im generalê payîzê..
    Xwîneke zer bi nav demarên min de digere
    Û çavê min her mîna ewrê hêwî
    Tenê ez bûm ku di tabûta camî de..
    Min çendîn pel bi xakê spartin

    *

    Ez im generalê payîzê..
    Ez bûm ligel bahoza jibîrçûnê..
    Ez ketim cengê
    Û min gelek pel deranîn ji pencê
    Ez bûm min şeva pelên xwe..
    Xiste bin perrê heyveron û tava soringê

    Ez im generalê payîzê..
    Payîz bêyî min sêwî ye
    Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e..
    Pelê weşiyayî koçkirî
    Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de..
    Ji bo giyanê zindî yê pelan..
    Nimêja şehîdan dikim..
    Navê wê nadeynim nimêja miriyan

    Silêmanî / Şeva 28/2/1990

    *r.152-155
    *Li Xurbetê, (Ji Soranî bo Kurmancî: Osman MEHMED), Avesta, 2013



    2021.10.15-04:14 ~04:15]| ezcan

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    odin [3]
    yezdanê mezin ê bawerîya gelên nordîk e. weka zeûsê yewnanî û ...
    vsco [1]
    Sepana ku hêj neketiye destê dinya nedîtiyan. mirov ji wêneyên xwe bi ...
    squid game [4]
    Rêzefîlma ku min di hundirê çend rojan de xelas kirîye. Bi rastî xweş ...
    dopamine [4]
    Dopamine yan PROLACTIN INHIBITOR HORMON (PIH). Hormonek serek...
    dashboard [1]
    payeveke îngîlîzî ye ku wateya wê weke 'panela kontrolê', 'ew ekran me...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gotinên pêxwasan
    » herimîna xewê
    » xwesî û bûk çima li hev nakin
    » şerê mala apê fewzî
    » demsala dawî şewaxan
    » payîze

    Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî