1. komeka rockê a fransiya ye. strana wan ya bi navê le vent nous portera (wê ba me hilgirê/ bibê ) bi rastî gellek xweş e. dema ez piçûk bûm ez dibêjim strana pêşiyê a frensî kû min guhdar kirî ev e. Ev e bi salan e ez guhdarî dikim lê her çi wextî guhdar dikim weke cara pêşiyê kû min guhdarî kirî zewqê jê distînim. Vê demê şevê wê gellek xweş bê kû hûn guhdarî bikin..Kerem kin : |
|
09.10.2013 00:18 |
nan û av
|
2. komeke bi rastî jî gelekî serkeftî ye.. cara pêşÎn min stranên frensî bi edith piaf û jacques brel nas kiribûn.. bi stranên vê komê bêtir li ziman û stranên frensî sincirîm.. li gorî google translateê navê wan di kurdî û kurmancî de teqabûlÎ xwesteka reş dike.. li gorÎ wîkîpediyayê kom di sala 1985an li bordeauxê hatiye avakirin; vokalîstê komê bertrand cantat, baterîst denis barthe, gÎtarîst serge teyssot-gay û basvanê komê jî frédéric vidalenc bûye.. |
|
09.10.2013 00:54 |
endazer
|
3. çend stranên vê komê ku min di playlÎsta xwe de bicih kirine û bi berdewamî guhdarî dikim; |
|
09.10.2013 00:58 |
endazer
|
4. bad ma ra xahed bord.. heman nav e li fîlmê ebas kiarostemî yê li gundekî rojhilatê kurdistanê kêshayî bi dîdeke qismen oryantalîst.. reng e herwiha navê shi'reke farsî jî be lê min heta wê derê nexwendiye.. |
|
09.10.2013 22:55 |
gordereş
|
5. xwedanê strana "le vent nous portera" ye û vîdeo stranê jî, hema bêje weke stranê xwe xweş e. |
|
24.11.2014 15:13 |
nazim tolhildan
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |