Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nîskê nokê - tirşik
nîskê nokê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikeke zarokatiyê ye ku me zarokan destên xwe bi hevre datiniya ser erdê û tiliyên xwe ji hev vedikirin. û ji rêzê ve bi gotina gotinên li jêr me tiliyan dêjmêrt. dema gotin qediyan, li ser tiliyê kê qediya be wî ev tiliya xwe digirt. dîsa û dîsa dubare dikir, hemû tiliyên kê pêşin biqede, wî qezenc dikir.

gotin wisa bûn:



nîskê, nokê, mala ebedokê

gîskê emer bidoşe

bû teq reqa sabûnê

binê dara zeytûnê

silav eyş û xatûnê



(an jî ya ku min fêhm dikir/xeyal dikir ev bû)



07.06.2013 10:14 | simurg56

2. navê lîstikeka bi tifalan re têye leyîstin e.. tê bîra min jinên di malê de lingê xwe bi erdê re berdidan yanî xwe dirêj dikirin lingê zAROKî DATANÎN SER Lingê xwe, bi destên xwe ji destên zarokî re digirtin û bi lingên xwe zarok hewa dikirin banî yanî berev jor ve bilind dikirin û di ber vê seremoniyê re jî tişteke wekê tiştanokan digotin..

nîskê, nokê kelokê..

mixabin dewama vê tiştanoka di ber vê leyîstikê re dihate gotin nayê bîra min..



28.10.2013 00:46 | endazer

3. "nîskê, nûhkê, mala emedîkê, bî teqreqo sabînê, selam, eyşan xotûnêê..."



28.10.2013 18:50 | zero

4. hê jî li mala me ji zaroka re tê gotin; li erdê dirûnî, zarok dibî ber pişta xwe ji pêşîyê destê wî digrî wilê didî pişta xwe û berûpê berûpaş dibî tênî û vê civanokê dibêjî:
nîîîskê nokêêê
mala mehmedokê
ber şetê qetyokê
şetyano şetfiroşo
hespê qemer bidoşe
bidoşe!
bû şeqşeqa sabûnê
silav eyşa xatûnê



12.01.2018 15:02 | xendekî

5. Leystoka min û kurê min e. Dema em bicuk me ji vê leystokê pir hez dikir. Dixwazim kurê min jî bizane u bilîze. Loma hema her roj bi kurê xwe yê 10 mehî re dileyzim



17.02.2019 23:17 | feqiyêteyran

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîskê nokê
» nokên mêrdînê

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî