1. Senaryonivîs û derhênerê fîniye. Heta niha gelek xelat wergirtiye. Wek derhênerek serbixwe tê nasîn. Filma wî ya ewil versiyonek sûc û cezaya dostoyevskîyî ye ku sala 1983 an li hêlsînkîyê hatiye kêşan. Bi piranî di cûreyên absurd - komedî de filman dikêşe. Bi filma xwe ya (bnr: leningrad cowboys go america) ev terza heta dawiyê bi kar aniye û serkeftinek gewre bi dest xistiye. Filmên wî çiqas tevlihev û ji hev qetiyayî xwiya bike jî peyamên ku dide berbiçav û hêsan e. nexwestiye tiştinên bi raz û nepenî di cihên reş û xumamî de veşêre. Di filmê xwe de bêhtir bi lîstikvanê hemwelatiyê xwe "matti pelenpää" re xebitiye. Û dema bibe behsa derhêner jixweberî ev lîstikvanê serkeftî jî dikeve bîra mirov. Derhêner di filmên xwe de dixwaze tenêtî, serma û seqema welatê xwe bime bide hîs kirin. Ji bilî wê bi protestoyên xwe yên redkirina xelatan jî navdar e. |
|
17.10.2021 22:31 |
rizgarm
![]() |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt e [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |