Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
darbestên rengorengo - tirşik
darbestên rengorengo
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Darbestên ku li sergiya ahmet güneştekin a li Amedê ye.

Ji tîma pênûstûjên kurda ve zahf hate rexne kirin. Ji ber ku wan hinek nas dikim zû bi zû nabêjim "wele rexneyek di cî de ye". Divê mirov pêşî ji hunermendê wê bipirse ka derdê te çi bû di vir de? heman tiştî ji bo lodublajê jî kirin. Ka çi hewce bû? Kêm cara tiştên hêja derdikevin holê em wê jî jiber sedemên pûç û vala hîç û pîç dikin. Rexne ji bo pêşketinê pêwîst e. Em nizanin rexneyan bikin. Ez nabêjim ev an ew mafdar in. Divê mirov li hev guhdar bikin.

A rastî ez nikarim bêjim "jiber vê çêkiriye xwestiye vê bêje di vir de" jiber wê jî tiştek nabêjim.

Va zilam gotiye ez li sergiyê me. Werin ez li we guhdar bikim:
Here lînkê



19.10.2021 12:13 ~12:21 | xwelî li ser

2. Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi navê Jûra Bîrê , li Amedê derketiye pêşberî hunerhezên Amedê û kemalîstên ji Stenbolê rabûne hatine Amedê bo Encamên tevgerên xwe bibînin bê ka Kurdê wan ê biaqil û stûnerm çawa zilma wan bi hunera xwe(!) xemilandiye û pûç kiriye. Wexta çav li van berheman ketine bi niç niçekî derewîn li ber wan tabûtan sekinîne û bo hesabên xwe yên înstagramê wêneyên rengo rengo girtine ji bo ku bêjin "binerin me van tabûtan bi laşên kurdan tije kir hetta me nehîşt tabûtekî wan çêbibe lê ew dem êdî çûn qediyan sê çar sal berê em û hişmendiya me , me we nekuşt li kolanan. Hûn di hilbijartinên pêş de alî me bikin em wan ji vir bişînin em ê ji cîhê mayî dewam bikin ".



19.10.2021 13:01 | biaqila malê

3. Tenê di navbera 17 îlon 2015 û 4 Nîsan 2020an de ji hêla tirkan;

- 18 goristan bi temamî hatine wêrankirin
- qasê 1644 gor bi temamî hatine rûxandin
- 2926 gor jî zirar dîtine

Li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî goristan piştî êrîşan hatine xerakirin. çavkanî: Here lînkê

tirk heta gorên me jî dagir dikin deng ji kesî dernayê lê gava di bin kulavê "hunerê" de darbest tên rengkirin weke kermêşan li hev kom dibin, dikim ji qehra xwe bavêjim behran.



19.10.2021 23:59 | ezcan

5. Têkilî û hevkariya Ertugrul ozkokê qontra bi Ahmet Guneştekin re ne nû ye. ji ozkok hîn dibin ku tabûtên regîn “şehîdan” (leşkerên tirk) temsîl dikin, ne “kurdan”! û guneştekin jî wan li ser sûra amedê datîne.

“kuro tirko baş bizane
sûra amed im, kevirê qaldirme me
şahê şeran birîndar im
birîndarê kerba giran im” (ji strana felaket im)




23.10.2021 02:01 ~02:34 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» darbestên rengorengo

Kategoriyên mijarê:: huner huner huner kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî