Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
kendalê birînê - tirşik
kendalê birînê
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê helbestek hêja fatma savciyê ye. Ez îşev di serê şevê çîrokekê de pêrgî vê helbestê hatim. Bi rastî tesîrek bêhmepa li ser min kir. Nizam bê min çend cara li ser hev xwend. Helbest ev e:

Kendalê Birînê

Her berêvar,
sirûda nifşê xewna şîn,
wek karwanekî berê yê riya hevrîşimê,
tevî bîna darçîn û qerenfîlê,
di nava me re,
bi bîranînên çavbelek re dibuhure,
dengê bilurekê bi ser me dikeve...

Nixurya qewmekî ji demê re degel,
helbesteke çiyayî ne em,
ku birînên me dizelilin,
şev li me digerin,
tavsork di destên me de dibirijin,
li mizgîniya perperîkan diqesidin,
pey xeydên zeviyê giri dikevin,
agirdanka çavan ji ken diteyisînin,
û li ber şêmuka Nêrgizan ji qerem dikevin,
bi kuştina zarok û tivîlkan,
pel bi pel ji giyana jînê diweşin,
gulleya çardexwerê
li bejna me ya narincî naşikîne
wilo ne dûr,
di sînga me de baskên xwe dişikîne...

Ma ne mirin ne lavlavk e,
rihe wê ne ji axê tê,
şewkekî desthilatdara ye
xwe ji şewqa çavên me digire
û em di ti çaxan de,
fêr nebûn xwe bidin ber siyê...

Em xwîniyên yek xeyalê ne dilo,
banga me ya Newrozîn
li hêtên zaferanî dişikin,
ne gunehê duriyê ye,
em gulecêwîkê welatê bê berbejnin,
li kendalê birînê jî,
bi taya eşqê dilerizin..

Û li vir jî jinikek dixwîne:
Here lînkê



19.10.2021 22:44 | rizgarm

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kendalên xeyalan

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî